Fatureya ava ku nayê her meh didin 2020-09-10 09:07:05   WAN - Şêniyên taxa Sarûkan a girêdayê Şax a Wanê 6 meh in pirsgirêka avê dijîn. Şaredariya AKP’ê çareseriyê pêk nayne û ji bo ava ku nayê jî her meh fatureyê dibire û barê avê jî li ser milê jinan hatiye barkirin.   Li taxa Sarûhan a 10 kîlometre ji navçeya Şax a Wanê dûr e 6 meh in pirsgirêka avê tê jiyîn. Şaredariya ku di sala 2014’an de bi destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, her tim der barê pirsgirêka avê de xebat dimeşand û hatin qeyûman xebat nîvco man. Şaredariya niha destê AKP’ê de ye jî der barê mijarê de tu xebatê nameşîne. Barê ava ku nayê jî li ser jinan hatiye barkirin. Jinên gund ji depoya avê ya 5 kîlometre ji gund dûre avê li ser milên xwe tînin malê. Jinên ku fatureya ava nayê jî didin, dipên ku çareserî pêk bê.   Adîle Balkan ya 45 sal in li taxê dijî destnîşan kir ku pirsgirêka avê dijî. Adîleyê got rojê 10 deqeyan av tê û got: “Ne makîna cilşoyê ne tiştekî din. Ez bi vê rewşa xwe ya nexweş cilan bi destan dişom. Li vî gundî tu xebat nameşe. Me ji bo avê serî li Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê (VASKÎ) da, gotin em ê bên çêbikin. Lê bi tu awayî pisgirêk çareser nekirin. Tevî ava me nayê jî em her meh 80-70 TL fatureyê didin. Her roja me bi zor û zehmetî derbas dibe.”   ‘Şaredarî eleqeder nabe’   Vahîde Balkan jî destnîşan kir ku her meh bi rêk û pêk fature tê, lê av nayê. Vahîdeyê bertek nîşan da û got: “Vê mehê 105 TL fature hat. Şaredarî bi gund re eleqeder nabe. Ji bo fatureyê gotina me tune. Demeke dirêje em cilan bi destan dişon. Em nikarin serê zarokên xwe jî bişon. Divê demildest bê çareserkirin.”   Asya Çaki ya 52 salî jî daxuyakirin ku ew debara xwe bi fasule, sewalkarî û çandiniyê dikin û ji ber pirsgirêka avê em nikarin baxçe jî av bidin û got: “Jiyana me ji ber avê bêzar bûye. Em pirsgirêka avê jî dijîn. Îro fatureya min hat. 45 TL bû. Yanî em fatureya ava nayê jî didin. Em dixwazin demildest pisgirêk bê çareserkirin.”