Adalet Kaya: Prensîba me, rêxistinkirina jiyaneke bê şîdet e 2020-09-10 09:06:18   AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosa ya hat tahliyekirin, Adalet Kaya wiha got: “Me tacîz, tecawizên hêzên paramîlîter yên unîformayî yên li hember jinan îfşa dikir. Bêguman ev jî ew nerehet kirin. Em jinên li dijî şer ku aştiyê diparêzine.”   Di 22’yê gulanê de li hemberê Komeleya Jinan Rosa ya li Amedê serdegirtin pêk hat û gelek endamên komeleyê, rêveber û damezrînerên wê hatin binçavkirin. Piştre seroka komeleyê Adalet Kaya jî nav de 12 jin hatin girtin. Seroka Komeleyê Adalet Kaya piştî sê meh girtinê di 18’ê tebaxê de hat berdan. Adalet ji ajansa me re axivî û hinceta êrîşan nirxand.   Adaletê êrîşa li hember komeleyê nirxand û ev tişt anî ziman: “Êriş pir alî bû. Ev êriş ji ser jinên kurd li hember hemû tevgerên jinan yên Tirkiyeyê ne. Ev êriş bi armanca çewisandina jinan pêk tên. Di encama xebata 2 salan de ked û rêxistinek kolektîf derket holê. Xwestin vê belav bikin. Welat 5 sal e bi OHAL’ê tê birêvebirin. Bi taybet xwestin qada jinê talan bikin. Di vê pêvajoyê de Komeleya Jinan a Rosa hat vekirin. Piştî vê ji Hatayê bigirin heta Stenbolê ji her derê serlêdanên şîdetê hatin. Me tacîz tecawiza hêzên paramîlîter îfşa kir. Ji ber vê em hedef hatin girtin.”   ‘Prensîba me, rêxistinkirina jiyanek bê şîdet e’   Adaletê di berdewamiyê de destnîşan kir ku êrîşên hêzên paramîlîter yên li hember jinan re, bi bûyera Gulîstan Doku re derxist asta herî jor û got: “Derbarê vê de jî xebat hene. Desthilatdariya siyasî dixwaze hemû saziyan bigire bin serdestiya xwe. Li dijî vê tenê em û saziyên rêxistina civakî man. Ji ber me xebata xwe berdewam kir jî em rastî êrîşê hatin. Gelek formên şîdetê xistin jiyanê. Me li dijî polîtîkayên li hember jinan têkoşîn û xebat meşand. Prensîba me ya sereke jî ev bû ku jiyanek bê şîdet bê rêxistinkirin. Vê jî ew nerehet kirin.”   ‘Dema em di girtîgehê de bûn jî xebatan berdewam kir’   Adaletê bi lêv kir ku bi pandemiyê re şîdet zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xebatên komeleyê di pêvajoya ku rêveber û endamên komeleyê di girtîgehê de bûn jî berdewam kir. Niha hewl tê dayîn ku polîtîkayên bêcezahiştinê jî bikin qanûn. Divê em seknek cidî li dijî vê nîşan bidin. Şîdeta li ser jinê zêde dibe. Bi pandemiyê re gelek pirsgirêk hatin jiyîn. Di nokteya çalakîbûnê de tevgerek hevpar pêk nayê. Em li ser hemû hawirên dîjîtal xebatan dimeşînin. Me got ‘em jinên li dijî şer ku aştiyê diparêzine’ û me xwest em li her qadê aştiyê tesîs bikin. Ji bo em hemû mekanîzmayan bikin jiyanê jî me got em dixwazin têbikoşin. Em bi hemû rêxistinên jinan re ji bo Peymana Stenbolê jî têdikoşin û şûnde gavê navêjin.”   ‘Ji ber bikaranîna mafê demokratîk em hatin darizandin’   Adaletê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku dema mafên xwe yên demokratîk yê destûra bingehî de bikar anîne, sûcdar hatine nîşandan û got bi pirsên wekê ‘wek çima 8’ê Adarê pîroz kir û tertîp kir?’ hatine darizandin û wiha dawî lê anî: “Ji ber pandemiyê me li girtîgehê pirsgirêk jiyan. Rewşa me ya li girtîgehê û ji ber saziyên derve jî nikaribûn bixebitin em bi awayekî neyînî bandor bûn. Mînak PTT nedixebitîn û me nikaribû name jî bişanda. An jî dereng diman. Vê jî tecrîd bixwe re anî. Hevalên ku demek dirêj bû girtîbûn hebûn. Rewş ji bo wan zehmetir bû. Ji ber pandemiyê qanûn hat derxistin lê girtiyên siyasî ketin vê qanûnê. Nexweşên girtî hene. Divê ew demildest bên berdan.”