Di şaredariya AKP’ê de bo jinan butçe tune 2020-09-10 09:03:41   MÊRDÎN - Hevberdevka Meclîsa Koma HDP’ê Renas Aburşu diyar kir ku şaredariya AKP’î ya Artuklu ya Mêrdînê di rapora faliyetê ya 2019-2020’an a amade kiriye de ji bo jinan butçe veneqetandiye û got: “Şaredariya dibêje butçeya me tune, beşekê ya mezin ji rast û rêyan re veqetandiye. Ji ber vê jî tu cudahî navbera şaredarî û qeyûm de tune.”   Di rapora 2019-2020’an a Şaredariya Artuklu ya AKP’î ya Mêrdînê de derketibû holê ku butçeya aydê şaredariyê ji Midûriyeta Emniyet, fermandariya cendermeyan a navendî, Teşkîlaya îstîxbarata Neteweyî(MÎT), kişla leşkerî û kulubeyên li qadên şaredariyê û bankayên taybet hatiye xerckirin. Her wiha di raporê de wekê kur ê hatine çêkirin, hatin nîşandan tenê projeyên rê hatin dîtin û der barê jinan de jî tu butçe nehat veqetandin. Hevberdevka Koma Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya şaredariya Artuklu Renas Aburşu rapora faliyeta şaredariyê nirxand.   ‘Der barê jinan de butçe jî xebat jî tune’   Renasê da zanîn ku şaredarî ev salek û nîve derbarê jinan de tu xebatê nameşîne û got: “Salek û nîve em endamtiya meclîsê dikin. Heta niha me nedît ku şaredariyê ji bo jinan butçe veqetandiye. Em vê tînin ziman lê dibêjin butçeya heyî her tim ji bo rê û îmarê xerc dikin. Rêyên tên çêkirin jî bi armanca rantê tên çêkirin. Em wek jinên HDP’ê têkoşîna xwe didomînin.”   ‘Beşek mezin ji rantê re hatiye veqetandin’   Renasê her wiha bi lêv kir ku xebatên di rapora faliyetê de cih digirin jî, nîşan didin ku şaredarî tenê ji bo rantê butçeyê bikar tîne û got tevî ku vê di civînên meclîsê de tînin ziman jî tu encamê nagirin û wiha pê de çû: “Heta niha di şaredariya Artuklu de ji bo jinan tenê MARMEK hat avakirin. Em nizanin ku xebatên wê jî di çi astê de ye. Me dît ku bi butçeya hatye veqetandin de ji bo jinan tu tişte nehatiye kirin. Tevî em îtîraz dikin jî encam nayê girtin. Ji bo rantê butçe tê xerckirin. Ev du sale tu xebat ji bo jinan tune. Tu ferqa şaredariyê ya dema qeyûm tune.”