Nuran Îmîr: Xwedî li daristan û xwezaya xwe derbikevin 2020-09-10 09:02:25   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, têkildarî şewata daristanan a li herêmê axivî û anî ziman ku leşker bi awayek zanebûn daristanên herêmê dişewitînin û got: “Bi şewata daristanan dixwazin welatiyên herêmê koçber bikin. Dixwazin gundên tên şewitandin bêmirov bihêlin. Banga me ew e ku gelê me xwedî li daristan û xwazaya xwe derbikeve.”   Li herêma Şirnexê di demên dawiyê de şewata daristana her ku diçe mezin dibe. Li Çiyayên Cudî, Gabar, Bagok û herêma Bestayê, bi mehane piştî operasyonên leşkerî daristan tên şewitandin. Daristanên ku tên şewitandin ne leşekr û ne jî kesên berpirsyar venamirînin û destûr nadin ku welatî jî biçin vê şewatê vemirînin. Ji ber şewatê heta niha gelek dar, zevî û baxce şewitîne. Her wiha li aliyê din darên li herêmê bi destên cerdevanan tên birîn. Heta niha bi hezaran dar hatine birîn. Têkildarî têkildarî şewata Daristanan Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr axivî.   ‘Em nikarin bêdeng bimînin’   Nuranê, bi lêv kir ku operasyonên li Başur tên kirin jî girêdayî vî şerê qirêjin û berdewam kir: “Li Kurdistanê gelek cih wekî herêmên taybet îlankirine û ji bo xwe kirine herêmên tampon.  Bi pêkhatên rêvebiriya Başur re, hêzên Tirkiyê li herêmê  bi cih bûne.  Li wir jî daristan tên şewitandin û niştecih tên koçkirin û berê wan didin welatên biyanî.  Ev jî parçeyekî tunekirina xwezaya kurdan e. Bi tenê di meha Hezîranê de  li Şirnexê 10 caran şewat derket. Em nikarin bibêjin ku ev şewat ji ber xemsariyê pêk hatiye. Şewata daristanan girêdayî şerê li dijî hebûna kurdan e. Dema mirov lê dinêre li hemû çiyayên Kurdistanê qereqol hatine avakirin. Piştî biryara şer û ji 2014’an  li bajaran gelek qereqol hatine avakirin û hêzên mîlîtarîst bi cih bûne. Her ji du kîlometreyan qereqol ava kirine. Ji bo rêyên operasyonên xwe jî çi dertê pêşiya wan hemû yan îmha dikin. Li aliyekî hem tunekirina gelê kurd hesap dike, koçberî hesap dike û xwezaya kurdan îmha dike. Mirov bi xwezayê dikare bijî. Çawa kuştina mirovekî li dijî mirovahiyê ye, destdirêjiya li dijî xweza û daristanan jî parçeyek vê qirkirinê ye. Li hemberî vê qetilkirinê em nikarin bêdeng bimînin.”   ‘Tenê Botan nayê şewitandin’   Nuranê, destnîşa kir ku ji bo şewatên daristanan xwestin bi rayedaran re hevdîtinê pêk bînin û muxatap nehatine girtin. Nuranê, got bi şewata daristanan dixwazin pêşiya jiyanê bigirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Li Çiyayê Cudî di rojên derbasbûyî de şewat derket û 3 rojan berdewam kir. Her wiha ev şewat ne bi tenê li Botanê pêk tê. Li çar parçeyê Kurdistanê şewata daristana heye û li ser gelê kurd êrîşek bêhempa tê meşandin. Êrîşî darên li goristanan jî dikin.”   'Xwedî li xwezaya xwe derkevin'   Nuranê, dawiya axaftina xwe de bang li gel kir û wiha got: “Çawa ku em ziman, nasname û çanda xwe diparêzin divê em xwedî li xwezaya xwe jî derbikevin. Welatê me bihûşt e. Em li dijî van şewat û operasyonan dev ji hebûn, ziman û daristanên xwe bernedin. Xwedî li xwezayê derbikevin. Em ê tim rûye dagirkeran ê reş derbixin holê. Dema dar û daristan tên şewitandin kezeba me jî pê re dişewite. Şewat ku li xwezaya Kurdistanê dertê her ku diçe mezin dibe. Bi hêzên xwe yên mîlîtarîst li cihên ku nikarin bişewînin  daran dibirin û difroşin. Em dibêjin destên xwe dirêjî xwezaya me nekin.”