ROJEVA 10’Ê ÎlONA 2020’Î 2020-09-10 09:00:00   * Endama Yekîtiya Rewşenbîran a Hesekê Efaf Heskê derbarê girîngiya xwendina pirtûkan û sûdên ku mirov jê digire de wiha got: “Zindîkirina çanda xwendinê civakê pêş dixe û bi xwendina pirtûkan re lêgerîna zanebûnê gel mirovan çêdibe.” BI DÎMEN   *Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, têkildarî şewata daristanan a li herêmê axivî û anî ziman ku leşker bi awayek zanebûn daristanên herêmê dişewitînin û got: “Bi şewata daristanan dixwazin welatiyên herêmê koçber bikin. Dixwazin gundên tên şewitandin bêmirov bihêlin. Banga me ew e ku gelê me xwedî li daristan û xwazaya xwe derbikeve.” DÎMEN HEYE    *Hevberdevka Meclîsa Koma HDP’ê Renas Aburşu diyar kir ku şaredariya AKP’î ya Artuklu ya Mêrdînê di rapora faliyetê ya 2019-2020’an a amade kiriye de ji bo jinan butçe veneqetandiye û got: “Şaredariya dibêje butçeya me tune, beşekê ya mezin ji rast û rêyan re veqetandiye. Ji ber vê jî tu cudahî navbera şaredarî û qeyûm de tune.” BI DÎMEN    *Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 2'yem a Egîtîm Sen a Îzmîrê Zelîha Danyelî derbarê biryara pêşdibistan û pola yekem ku wê di 21’ê îlonê de derbasî perwerda rûbirû bin de axivî û got: "Hêj jî tu tedbîr nehatine girtin. Her wiha her diçe xwendekar ji perwerdê dûr dikevin." BI DÎMEN    *Seroka Komeleya Jinan a Rosa ya hat tahliyekirin, Adalet Kaya wiha got: “Me tacîz, tecawizên hêzên paramîlîter yên unîformayî yên li hember jinan îfşa dikir. Bêguman ev jî ew nerehet kirin. Em jinên li dijî şer ku aştiyê diparêzine.” BI DÎMEN    *Derbarê nivîskara kurd Nesrîn Şanli ku girtî tê darizandin de, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve îdianameya 55 rupelî hat amadekirin û ji sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ ji 5 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.   *Şêniyên taxa Sarûkan a girêdayê Şax a Wanê 6 meh in pirsgirêka avê dijîn. Şaredariya AKP’ê çareseriyê pêk nayne û ji bo ava ku nayê jî her meh fatureyê dibire û barê avê jî li ser milê jinan hatiye barkirin. BI DÎMEN    *Şêniyên Amedê dibêje divê li hemberî tecrîtê gel bibe yek û gotin: "Mayindekirina aştiyê bi rakirina tecrîdê pêk tê û ji bo rakirina tecrîdê jî divê dengekî xurt derkeve holê." BI DÎMEN