Li Şirnexê mudaxalenekirina şewata Çiyayê Cûdî hat şermezarkirin 2020-09-09 15:12:52   ŞIRNEX -  Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, di têkildarî şewata ku 3 roj in li 7 deverên cuda yên Çiyayê Cûdî berdewam dike de daxuyaniyekê dan û gotin: "Mudaxalenekirina şewatê sûcê mirovahiyê ye. Di qanûnê de jî ev tişt sûc e."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, têkildarî şewata ku 3 roj in li 7 deverên cuda yên Çiyayê Cûdî berdewam dike li avahiya navendê de daxuyani da. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, endam û rêvebirên HDP’ê yên navendê tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de Hasan Ozguneş axivî   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku havînê li Kurdistanê û Tirkiyeyê şewata daristanan pêk tê û got: "Li Cudî, Gabar û herema Bestayê heta niha li ser 30 şewat derketi ne. Hasan, got li Cudiyê jî 3roj in li 7 deveran şewat derketiye. Me gelek caran van şewatan aniye ziman. Me bang li walî, hikûmet û kesên peywirdar kir ku tedbîran bigirin. Me sedema van şewatan jî gotibû. Bi navê 'parastinê qereqolên hatine çêkirin, lê ji ber tang, top û guleyên leşkeriyê şewat derdikevin. Em bang li rayedaran dikin bila mijarê cidî bigirin dest."    Daxuyaniya ku hat dayîn wiha bi dawî bû: "Dema li bajarên din şewat dertê hêz diçin bi lêzgînî vedimirînin. Çima ji bo Cudî, Gabar û herêma Bestayê jî heman tiştê nakin. Hûn xwe ji vê şewatê berpirsyar nabînin? Dema daristan dişewitin çawa ku tiştekî tuneye li ser wê kursiyê rûdinin? Em bang kesên berpirsyar dikin; ev ne dijminatiya li dijî kurdan û erdnîgariyê ye. Ev sûcê mirovahiyê ye. Di qanûnê de jî ev tişt sûc e."