Ne kesên Buşrayê revandin daxuyaniya wê ket ber lêpirsînê 2020-09-09 12:57:30   WAN - Daxuyaniya ku Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê  Hatice Büşra Kuyun, derbarê revandina xwe de da ket ber lêpirsînê.  Lêpirsîna ku hat destpêkirin veguherandin dozê.   Endama Meclisa Partiyê (PM) û Lîjneya Birêvebirinê ya Ciwanan (GYK) a HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn, di 4’ê gulanê de li ser Kolana Mereşê ya Wanê ji aliyê kesên ku xwe weke polis dabûn nasîn ve hatibû revandin û gef lê hatibû xwarin. Bi hinceta daxuyaniyên wê yên derbarê mijarê de doz li  Buşrayê hat vekirin. Îdanameya  ku derbarê Buşrayê de bi angaşta “Sewqkirina gel a kîn û dijminahiyê” ji aliyê Serdzogeriya Komarê ya Wanê ve hat amadekirin, ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ve hat qebûlkirin.   Vegotina bûyerê sûc dîtin    Di îdanameyê de hat destnîşankirin ku Buşrayê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatiye revandin, kesên ku Buşrayê revandin peywirdarên cemaweriyê ne û Bûşrayê gilî li wan kiriye. Di îdanameyê de qala hûrgiliyên kêliya revandinê nehatiye kirin û cih ji daxuyaniyên Buşra, “Em vê zihniyete ji salên 1990’î ve nas dikin. Tişta tenê guheriye wesayîtên Toros in. Ji wê rojê ve heta niha li ser kurdan, ciwan û jinên wan operasyonên qirkirina siyasî tên domandin. ” ên piştî bûyerê re hatiye veqetandin û weke sûc hatine hesibandin.    Li aliyê din balkêş e heta niha derbarê kesên ku Buşrayê revandin ve tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin.