'Rêxistinbûna me bersîveke tund ji dagirkeran re ye' 2020-09-09 11:34:56   HESEKÊ- Endama Kongreya Star Xedîcê Asim li ser pêkanînên ku li dijî jinan tên kirin nirxandin kir û wiha got: "Bi dagirkirina Serêkaniyê û gundên navçeya Til Temirê re rewşên weke qetîlkirin,revandin,tecawîz û zewaca di temenê biçûk de zêde bûn. Em ê li hember dagirkeriyê rêxistina jinan xurtir bikin û ji van pêkanînan re bibin bersiv."   Piştî xebatên du salan ên Rêxistina Kongreya Star, amadekariyên lidarxistina Kongreyê 8'emîn tên kirin. Yek ji mijarên ku di kongreyê de wê were nirxandin rewşa jinan li herêmên dagirkirî ye. Têkildarê vê mijarê Endama Kongreya Star a navçeya Til Temirê Xedîcê Asim xebatên  xwe yên du salan, rewşa jinan di şer û dagirkeriyê de nirxand.   'Hêviyên jin di civakê de winda nebûne'   Xedîcê di destpêka axaftina xwe de rewşa jinan di civakê de anî ziman û ev tişt got: " Hişmendiya mêr, koletiya li ser jinê û kevneşopiyên civakê li hember têkoşîna jinê dibin asteng.  Civakeke ku bi sedan salan zilm û zordarî dîtiye ne mumkîn e ku di nava salek û du salan de bikaribe tam hişmendî û fikra xwe biguhere. Bi demê re guhertinên berbiçav rû didin. Hêviya jinan ji civakê qut nebûye, lê dem jêre pêwîst  e. Ji bo jinên ku me nikariye em xwe bighînin wan, em rexnedayinê xwe didin. Di rewşên şer de pir pirsgirêkên civakî der tên, lê heta astekê me pêşî li van pêkanînan girt."   'Êrîşên li dijî jinê beşeke ji siyaseta tirk e'    Xedîcê pêvajoya şerê Serêkaniyê, bandora wê li ser jinê nirxand û wiha pê de çû: "Di rewşa şer de mêr ji xwe re firset ê dibîne ku serweriya xwe li ser jinan bide meşandin. Piştî dagirkeriya Serêkaniyê û gundewarên Til Temirê rewşa jin hate guhertin wekî ku ji ronahiyekê bikevin tarîtiyê de. Di nava 11 mehan de tecawîz, zewaca zarokan, zewaca dujinî,qetîlkirin, fihûş û belavkiria madeyên hişberê di herêmên dagirkirî de zêde bûye. Êrîşên hember jinê siyaseta dewleta tirk li hember civakê ye. Jinê weke çekekê li hember têkbirina civakê bi kar tînin."   'Hember pilanên dagirkeran hişyar bin'   Xedîcê bang li civakê kir ku li hember tevger û êrîşên dewleta tirk li dijî jinan hişyar bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Jin ne keseke, civakekê temsîl dike. Ji bo wê pêwîst e civaka me nekeve xizmeta pilanên dijminan. Li hember şerê taybet û êrîşên li dijî jinan didin meşandin baldar bin. Her rêxistina me xurt dibe, bersîveke ji dewleta tirk a dagirker re ye. Li hember dagirkeriyê em roj bi roj rêxistina xwe xurt dikin û bi rihê zehra û hevrînan têkoşîna xwe bilind dikin."