Li Êlihê mirinek bi gûman 2020-09-09 10:57:16   ÊLIH - Şenay A. ya ku bi awayê bi gûman hat birîndarkirin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Li Êlihê Şenay A. duh li mala xwe bi awayê bi gûman birîndar hat dîtin. Li ser dengê çekê ku hat bihîstin cîranan agahî da polîs û tîmên tendirustiyê. tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê Şenayê rakiribûn nexweşxaneyê. Şenay a ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin vê sibehê jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Şenayê ji bo otopsiyê şandin Morga Tipa Edlî. Piştî otopsî bê kirin cenaze wê radestî malbatê bê kirin û bê definkirin.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.