Koordînasyona Kongreya Star serdana gorên rêhevalên xwe kirin 2020-09-09 09:37:19   KOBANÊ - Koordînasyona Kongreya Star ya Herêma Firatê serdana gorên rêhevalên xwe yê pakrewan Zehra, Hebûn û Emîne kirin. Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd di serdanê de axivî û got: "Bi saya van şehîdan roj bi roj em dighêjin serkeftinê, em ê her tim li peyî doza şehîdên xwe bin."    Dûh êvarê Koordînasyona Kongreya Star ya Herêma Firat bi hemû sazî û rêxistinên xwe serdana gorên rêhevalên xwe Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne Wêsî li goristana Şehîd Dîcle, kirin. Her wiha Endama Koordînasyona Kongreya Star Heyva Erebo û Berdevka Kongreya Star a Rojava  Evîn Siwêd beşdarî serdanê bûn. Endam û Rêveberiyên Kongreya Star 4’emîn konreransa xwe diyarî her sê jinên pêşeng yên ku di encama êrîşa dewleta tirk ser gundê Helincê de jiyana xwe ji dest dan, kirin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê,  Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd axaftinek kir.    Evîn da zanîn ku Zehra û her du hevalên xwe jiyaneke bi rûmet ji bo tevahî jinan li pey xwe hiştin û wiha domand: "Ev çen roj in em amadekariyên konferansa xwe ya 4’emîn dikin, îro me xwest em konferansa xwe diyarî rêhevalên xwe bikin. Em ji hevalên xwe re dibêjin kar û xebatên ku we li pey xwe hişt nîvco nema, îro em vê xebatê  berdewam dikin û xewin xeyalên we pêk tînin. Êdî rehet razên û bila çavên we vekirî bimînin. Di kesayeta heval Zehra û her du hevalên wê de bi hezaran jinên ku gihêştine asta şihadetê xestin civaka azad û demokratîk avabikin.  Em di rêya têkoşînê de ne, da ku em xeyalên Zehrayan pêk bînin. Em soz didin rêhevalên xwe ku em ê li peyî şopa wan bin, da ku em civakeke federal û wekhev avabikin."   'Bi têkoşîna jinên berxwedêr em gihîştin vê astê'   Li ser navê Malbata Şehîd Hebûn Mele Xelîl axaftin kir û ev tişt got: "Destpêkê em hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Bi saya van şehîdan roj bi roj em dighêjin serkeftinê, em ê her tim li peyî doza şehîdên xwe bin. Dewleta tirk ji hêz û vîna jina azad ditirse û jin bi vê berxwedaniyê gelek destkeftî mayindekirine. Jinên Rojavayê Kurdistan bi têkoşîna û berxwedana xwe nûnertiya hemû jinan dike. Soza me ji bo van hemû pakrewana domdar e."   Piştî axaftinan kulîlk danîn ser gorên wan û find li ser gorên wan hatin vêxistin.