'Ligel zehmetiyan jî divê Êzidî vegerin ser axa xwe' 2020-09-09 09:11:52   ŞENGAL - Bi fermana 3'yê Tebaxa 2014'an bi sedhezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, lê piştî rizgariyê gelek Êzidî care din hatin ser axa xwe. Zere Hesen dema fermanê berê xwe da Çiyayê Şengalê û got: "Jiyana li vir gelekî zehmet e lê belê wargehên penaberan bêtir jiyan zehmet e. Ez bang li Êzidiyan dikim ku vegerîn ser axa xwe."   Di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi hezaran Êzidî ji ber fermanê cih û warê xwe terk kir. Bi hezaran malbat jî li dijî êrîşan berê xwe dabûn çiyayê Şengalê û heta îro jî li vir jiyana xwe didomînin. Yek jî wan malbatan malbata Zerê Hesen e. Tenê daxwazekî Zerê heye û dixwaze Êzidiyên ku cih û warê xwe terk kirine bila carek din bên ser axa xwe.    Zerê Hesen û malbata we ev 7 sal in li çiyayê Şengalê dijîn. Zerê wiha behsa zehmetiyên ku dijîn kir: "Ev bu 7 sal em li vir dijîn. Li vir jiyanekî pir zehmet heye, jiyana me her tim bi zehmet bû ji xwe. Niha kar nîne û hevalê min jî kar nake. 7 zarokê min henê. Dema zarok jî hebin zehmetî dibin du qet."    Zerê bi hevalê xwe re debara mala xwe dike û got: "Ez û hevalê xwe ji bo debara xwe komira daran çêdikin. Em li çiyê dar kom dikin û dibin li Sinûnê diforşin. Qasî ked lê dide ew qas heqe we dernaye. Karê ke bi zehmet ê. Em diçin ji gundan avê tinin. Gelek kes weke sazî û rêxistinên mafên mirovan hatin li vir lê heta niha kesekî alîkarî nedaye me."    Zerê, ligel hemû pirsgirêkên heyî banga vegera li ser axa xwe dike û got: "Ez bang li Êzidiyan dikim ku bila bên ser axa xwe. Ji ber ku kes venegeriya gund em jî nikarin bi tena serê xwe biçin gund. Li gorî min jiyana li vir pir zehmet e lê belê ji jiyana wargeha çêtir e. Em 7 sal in li vir dijîn zehmet e lê em ê heta dawiyê li ser axa xwe bin."