'Kesên gumanbar diparêzin gumanbar in' 2020-09-09 09:08:03   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinên Îzmîrê bertek nîşanî serbestberdana Mûsa Orhan dan û gotin: "Kesên gumanbar diparêzin, bixwe jî gumanbar in. Lê em ê têkoşîna xwe li hemberî bêcezahiştinê bidomînin."    Îpek Er li Êlihê bi tecawiza çawîşê pispor Mûsa Orhan re rûbirû mabû, piştî bûyerê întîxar kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Musa Orhan li ser bertekan di 19’ê tebaxê de hatibû girtin û 25’ê tebaxê de hat berdan. Piştî ji her alî bertek hat nîşandan. Jinan bertekên tûnd nîşan dan û gotin Musa Orhan tê parastin. Li Îzmîrê jinên di têkoşîna jinê de cih digirin polîtîkayên bêcezahiştinê nirxandin.   ‘Em têkoşîna xwe didomînin”   Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Îzmîrê Nebahat Çelîk got tecawîz û tacîzên ku ji aliyê leşker û polîsan ve tên kirin, ne cara ewil tê jiyînê ye û got: “Mûsa Orhan li ser bertekan hat binçavkirin. Di nameya Îpekê de gotina Mûsa Orhan ya ‘tiştek bi min nayê’ cih digire. Dibêje ‘min berê jî ev kirine’. Jinên kurd û Elewî ji bo mafên xwe têdikoşin û ji ber vê jî wê hîn bêtir êrîş bikin. Armanca wan jinan bêden bikin. Lê em her tim têdikoşin.”   ‘Her ku bêcezabûn zêde dibe, şîdet jî rewa dibe’   Ji aktîvîstên Piştevaniya Mor Buşra Yeşîlbaş jî bi lêv kir ku her ku bêcezabûn zêde dibe şîdet jî zêde dibe û got: “ Çapemenî û daraza serdest ya mêr gumanbaran diparêze. Me demên dawî de ev carek din dît. Dewlet ji bo mêran biparêze pakêtan derdixe û tecawizkaran ber dide. Jinên parastina cewherî dikin jî bi muebetê tên cezakirin. Ger ku Mûsa Orhan nehatiba parastin wê Îpek jî nemiriba. Sedema şîdeta dewletê ya li ser jinên kurd ji ber, berxwedêriya jinên kurd pêk tê. Jin bêdeng namînin ev tişt tên jiyîn û hemû jin bi yek dilî têdikoşin."   ‘Yên gumanbar diparêzin jî gumanbar in’   Endam Genç Umut Pinar Usta ya zanîngehê dixwîne jî bertek nîşanê bêcezahiştina sûcên polîs û leşkera da û got: “Peymana Stenbolê her kesî dihewîne. Hemû kesên ku gumanbar diparêzin ew bixwe jî gumanbar in. Em dibêjin ku hemû sazî û kesên gumanbar diparêzin, ew bixwe gumanbarin. Heta ku Mûsa Orhan neyê girtin wê hêrsa me jî tu car nekeve.”