'Ligel êrîşan em malên xwe bi kelpîçan çêdikin' 2020-09-09 09:03:39   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Meha Sedam Îsa niha xaniyê xwe bi kelpîçan çêdike û wiha dibêje: "Ligel nêzîkbûna çeteyan û xeteriya wan, em xaniyên xwe bi kelpîçan çêdikin. Ez gelek caran bi şev nobetê digrim. Em bimrin û bimînin jî em ê li mala xwe bin."   Gundê Til El-Leben girêdayî navçeya Til Temire û bi 14 km Rojavayî wê dikeve. Til El-Leben yek ji wan gundên ku di xeta çebhê de ne û bi topbaran, gulebaran, firîna balafirên keşfê re rûbirû dimîne. Til El-Leben berê ji aliyê Meclisa navçeya Til Temir ve dihate birêvebirin û hemî pêwîstiyên mîna mazot, ceyran, nan û av bi cih dianî. Lê piştî êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê dijî herêmê sivîl ji ewqase pêwîstî bêpar man. Di aliyê peydakirina mazot, nan û av de zehmetiyan dikşînin, lê 10 meh zêdetir şênî li ber xwe didin. Sivîlên Til El-Leben niha dest bi çêkirina malên xwe kirin e. Têkildarî vê mijarê jina bi navê Meha Sedam Îsa ji ajansa me re axivî.   Ji nava tirsê cesaret ava bû    Meha di destpêkê de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê û got: "Em êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk her roj bê navber êrîşa me dike, ne dibêje zarok ne dibêje malbat. Lê em dev ji gundê xwe bernadin heta kêliyê dawî jî em li gundê xwe bin û li dijî êrîşan li ber xwe bidin. Ji ber topbaranê em bi dehan caran li çolan tev pez, germ û sermê razan e. Hin kêlî hene mirov nikare bi nav bike, em hesreta avê jî diman. Em gelek caran nanê firnê peyda nakin, neçar dimînin ku kîsê nan ê bi 500 hezar Sûriyê bikirin. Gelek caran jî demê ku arvan hebe ez nanê tenûrê dipêjin. 10 meh in çeteyan ceyrana ser me qutkirin e, jenetorê me heye, lê gund bi giştî di tarîtiyê de ye. Depoyên avê jî nikarin nêzî vê xetê bibin ji ber ku gelek caran em bi xwe rastî gulebarana çeteyan tên. Em ava tal vedixwin."   Rêya M4 me û çeteyan ji hev qut dike   Meha da xuya kirin ku metirsiya wan ji dagirker û çeteyan heye û wiha pê de çû: "Navbera me û çeteyên ku li gundê Debsa de tenê rêya M4 heye. Min merkez çandibûn û hin tiştên texit li derve bûn, demê ku çeteyan gund topbaran kirin topek li wan merkezan ket û hemî şewitîn, depoya avê jî şewitî. Zêdetirî 10 topan li gund ket û gelek zeviyên me jî hatin şewitandin."   'Em malên xwe bi kelpîçan çêdikin'   Meha herî dawî dest nîşanî girêdana mirov bi mala xwe re kir û wiha bi dawî kir: "Nasname û hin belgeyên malê hemiyan bi xwe re radikim û diparêzim. Bi şevê ez bi cilên xwe dimînim û gelek caran jî nobetê digrim. Niha jî ez û zarokên xwe kelpîçan çêdikin da ku mala xwe ji nû ve ava bikin. Ji ber pir tişt bûha bûne, çêkirina malên kelpîçan ji bo me baştir û siviktire. Ji mala mirov binirxtir tune ye. Em bimrin bimînin, em ê li mala xwe bin. Ez hêvî dikim ku çete dûrî welatê me bikevin, ji ber hebûna wan me aciz dike."