Dê bi Podcastê deng û çîrokên jinên kurd bighînin cîhanê 2020-09-09 09:02:29   AMED - Niha li cîhanê bikaranîna podcastê her ku diçe zêde dibe. Du jin ji bo ji bo dengê jinên kurd bighîne hemû jinên cîhanê bi navê Jinên Kurd li ser podcastê  weşanê dikin. Koordînatora weşanê Rûken Işık da zanîn ku dê çarçoveya xebatên xwe berfireh bikin û dixwazin dengê jinên kurd bigihenîn hemû deverên cîhanê.    Podcastê ku bi formekî dîjîtal, li seranserê cîhanê her ku diçe xwe belav dike, ji bo bihîstina dengan alavekî girîng e. Ji bo dengê jinên kurd li Ewropayê bide bihistin Rûken Işik û Zozan Yaşar li ser Podcasta dest bi weşanê kirin. Weşana yekem di 3’yê tebaxê de dest pê kir û qirkirina Êzidiyan kirin mijar. Weşana ku bi navê Jinên Kurd li ser Podcasta tê kirin wekî tevnek li seranserê cîhanê belavdibe. Derbarê mijarê de koordînatora weşanê Rûken Işik axivî.   Rûken bal kişand ser armanca xebatên xwe û got: "Platformeke ji bo jinên kurd hatiye avakirin. Ew tê wateye ku jinen kurd dikare li ser wê platforme cihê xwe bigire.  Em dixwazin bi vê platformê, denge jinên kurd bigihênin jinen cîhane. Bila jinên kurd nas bikin, jinên kurd çi dikin, çi difikirin? Bêguman jinên kurd di her qada jiyanê de cihê xwe girtine. Wekî di qadên siyaset, akademî, medyayê û hunerî de. Em jî dixwazin bibin wekî alavekî ku dengê wan jinan bigihênin jinên cîhanê.”   ‘Divê jin hevdû nas bikin'    Rûken, da zanîn ku ew platforma podcastê bi rojnamevan Zozan Yaşar re hatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca me ya sereke ew e ku têkiliya jinên kurd û yên cîhane bikin yek. Ew helbet tiştekî ne hêsan e, lê bi amedekariyekî profesyonel mirov dikare bi ser keve. Ez 12 sal zêdetir e li Washingotana Amerîkayê dijîm. Ez û Zozan ew demekê li ser çêkirina podcastê dixebidin. Xebata me bi pêvajoya vîrûsa koronayê re dest pê kir. Di destpêkê de em dixwazin bi zimanê îngilîzi denge wan bidin bihîstin. Ji ber ku zimanê îngilîzî niha bûye zimanê cîhanî. Bi vê zimanê jin hevdû nasdikin. Lê piştre em ê bi kurdî dest bi weşana podcastê bikin."    ‘Mijarên ku nayê bihîstin derdikevin pêş'    Rûken, da zanîn ku mirov bi awayekî hêsanî dikare podcastan guhdarî bike û axivî: “Podcastên jinan li Amerikayê pir zêde ne. Bi taybet podcastên feministan û jinên kêmanî; wekî Afrîkî,  Amerikî zede ne. Mijarên ku di medyayan de nayê bihistin yan ji bi kûrahi naye nivisandin, nayê ditin bi saya podcastan de derdikevin pêş. Ji xwe armanca podcastên feminist ew e ku, dengê jinan bidin ber mikrofonê. Em jî ji ber vê sedemê bi armanca bihistina dengê jinên kurd ketin rê.”   ‘Em dixwazin çîrokên jinan bêjin'    Rûken bilêv kir ku mijarên wan a podcastê ne tenê li ser bûyerên rojevê ye û wiha domand: “Em dixwazin çîrokên jinan di podcastan de cih bigire. Ji ber vê ne bi tenê jinên ku kariyeriyekê profesyonal ava kirine hebe, lê jinên ku çîrokên wan gelekî girîng e wê di nav podcastê de cih bigire. Mînakek li ser podcastên me ya dawiyê ez ê bidim ji we re. Me kampanyayek li ser tora civakî ya li ser kuştina jinan çêkir. Ew Kampanya bi #challengeaccepted bû. Lê pir bi nav û deng bibû.  Her kes piştgiriya xwe da wê kampanyayê.”   Rûken axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin xebatên xwe hîn mezintir bikin û bigihêje hemû qadan. Her wiha em ê podcasterên jin di vî warî de perwerde bikin û ji wan re bibin platformeke nû. Ji ber vê jî zêdetir ku dengê jinên kurd bigihêje cîhanê pêdiviya me bi piştgiriyê heye.”