'Em dest ji welatê xwe bernadin' 2020-09-09 09:01:29   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Jinên ji gundê rojavayê Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk helwest nîşan dan û wiha gotin: "Destên dewleta tirk di hemû komkujiyan de heye, pêwîste hesabê van komkujiyan bê pirsîn."    Roj bi roj êrîşên li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dibin. Di encama êrîşên topbaranan de şêniyên gund birîndar bûn û hin ji wan jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di aliyekî din de zirar dighêje xwezayê jî. Ji ber van êrîşan şêniyên gund rastî zehmetiyan tên û nikarin derbasî nava zeviyên xwe bibin û debara xwe bikin. Derbarê êrîşên dewleta tirk yên li ser gundên Rojavayê Kobanê tên kirin, jinên gund helwestên xwe parvekirin.    'Armanc dikin kurdan qirbikin'    Kewser Ehmed teqez kir ew rojane rastî topbaranê tên û wiha got: "Bi salane em li vî gundî dijîn, şêniyên gund debara xwe li ser çandiniyê dikin, lê ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê em nikarin li baxçe û lawirên xwe mezê bikin. Piştî şerê Kobanê û şûn ve bêtir êrîşê li me kirin. Herî dawî moşekek dewleta tirk li rex mala min ket û zirarê da mala min. Dewleta tirk raste rast şêniyên gund dike hedef, beriya sê mehan dîsa dewleta tirk û çeteyên wê gundê me topbaran kir û di encamê de ji malbatekê sê kesan jiyana xwe ji dest da."   'Malbatên çetayan tên bi cihkirin'   Kewser, destnîşan kir ku di encama êrîşan de bi taybetî xweza jî para xwe digire û wiha axivî: "Di heman demê de dewleta tirk xwezaya gund jî xirab dike, di dema rakirina genim de gelek zevî hatin şewitandin, lê tu kesî ev hesab ji Erdogan nexwest. Her wiha li Efrînê heman tişt tê qewimandin, bi hezaran darên zeytûnê hatin qutkirin û şewitandin. Ev çete jî bi serkêşiya Erdogan kiryarên bê exlaqî û dij mirovahiyê dikin. Bi destê van çeteyan jin tên qetilkirin, revandin û bi tecawizê re rûbirû dîminin. Destê dewleta tirk di komkujiya Kobanê de jî hebû. Em li herêma bi ewle li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dibînin ku çawa gel rastî zextên dagirkeriyê tên û li şuna wan malbatên çeteyan bi cih dikin."   'Kiryarên ku pêk tên divê bê dîtin'   Êncî Mihemed Wês jî diyar kir ku bi her awayî êrîşê li herêmê dike û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dewleta tirk bi kîjan rêbazî êrîşî me bike wê nikaribe welatê me dagirbike û wiha pê de çû: "Ev bu 7 sal ez li gundê Şêxlerê dijîm, di dema şerê Kobanê de mala min hilweşiya, lê dîsa jî me dest ji axa xwe berneda. Ev sê sal in me tu rehetî ji dewleta tirk û çeteyên wî nedît, ji ber ku di nava 15 rojan carê dewleta tirk gundê Şêxler û derdora wê toparan dike ji ber vê jî tu rehetî tuneye. Di aliyekî din de jî dema dengê tang û topan jî tê zarok ditirsin û bandor li ser derûniya wan dike. Dewleta tirk piranî ji aliyê Cerablusê ve êrîş dike. Di vê demê de rewşa me başe, dema ku êrîş jî bên sekinandin wê rewş hîna baştir bibe. Ez bang li gelên cîhanî dikim ku li dijî kiriyarên dewleta tirk bisekinin û saziyên mafê mirovan di derbarê dewleta tirk de lêpirsîn veke."