Li Helebê li dijî zewaca zarokan semînerek hat dayîn 2020-09-09 08:38:55   HELEB - Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê derbarê zewaca bi temen biçûk û tundiya li ser jinê de semînerek li dar xistin.   Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê derbarê zewaca bi temen biçûk û tundiya li ser jinê de bi tevlîbûna bi dehan endaman semînerek li dar xistin. Semîner li navenda Jinên Ciwan a taxa Şêx Meqsûdê hat dayîn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Semîner ji aliyê Nûha El-Raî ve hate dayîn.    Nûha di semînerê de bal kişand tundiya li ser jinê û wiha pê de çû: "Heta roja îro jî kiryar û tundiya li ser jinê nehatiye rawestandin. Her wiha ne tenê di aliyê fizîkî de tundî li ser jinê heye, di heman demê de di aliyê derûnî jî jin rastî kiryaran tê. Li gel kiryaran zewaca temen biçûk jî di civakê de zêde bûye. Armanca van êrîşan ew e ku îrade û hebûna jinê bişkînin. Li dijî van kiryaran rêxistibûyîn pêwiste. Divê jin di hemû aliyan de li dijî zêhniyeta baviksalarî têbikoş e û weke jin xwe di hemû aliyan de perwerde bikin da ku li dijî van êrîşan bisekinin."     Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.