Kongreya Star a navçeya Til Temirê berdevkên nû hilbijartin 2020-09-08 15:51:24   HESEKÊ - Kongreya Star bi armanca amadekariya 8'emîn Kongreya xwe ya civîneke berfireh li Til Temirê li dar xist û tê de 3 Rêveberên Kongreya Star ji bo kongreya giştî hatin hilbijartin.    Bi armancê amadekariyên 8'emîn Kongreya Kongreya Star, li navçeya Til Temirê civîneke berfireh li dar xistin. Civîn bi dirûşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin û şoreşa jin misoger bikin" hat çêkirin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, civînê dest pê kir.    Rêvebera Komîteya Perwerdê a Kantona Hesekê Bêrîvan Îsmaîl di civînê de axivî û wiha got: "Kombûna jinan asta pêşketin û hêza wan li hember dagirkeran nîşan dide. Pêşketinên me ji bo azadiya jin û misogerkirina şoreşa jinê rastî êrîşên cur be cur tên. Asta pêşketina jinan desthilatdariya dewletan û hêza wan lawaz dike. Armanca dewlet û hêzên dagirker ew e ku civakê bê biryar û hêz bihêlin. Em jî wekî rêxistina jin li hember dagirkeriyê gavên mezintir davêjin. Rêxistina her jinekê erkê me yê sereke ye. Tevî ku me dikarîbû xwe bighînin beşek ji jinan, lê dîsa jî em kêm mane û ev jî cihê rexnedayinê ye. Jin li ser kîjan erdnîgariyê be, pêwîst dike ku em xwe bighînin wê û birêxistin bikin."   Piştî axaftinê Endama Rêveberiya Kongreya Star Çinar Salih rapora xebatê du salan yên rêxistina jin xwend. Paşê rewşa rêxistinî ya jin di hundirê saziyan de, nava civakê de û çawaniya têkbirina dagirkeriya dewleta tirk, hate nirxand.   Her wiha piştî rewşa rêxistinî Rêveberiyên Kongreya Star a navçeya Til Temirê, hatin guhertin û li şûna wan Rêveberên nû Gulîxan Tahir, Rewendoz Dawûd û Madlên Mihemed hatin erkedarkirin. Jinên ku hatine hilbijartin jî wê beşdarî kongreya 8’emîn ya Kongreya Star bibin.    Civîn bi dirûşmeya"Jin jiyan azad"bi dawî bû.