Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2020-09-08 11:29:39   STENBOL -  Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi  muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.      Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz  Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi  muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2019’an de 5 hevdîtinan bi muwekîlên xwe re kiribûn. Lê ji hevdîtina dawîn a 7’ê tebaxa 2019’an ve ne bi erênî ne jî neyînî bersiva serlêdana parêzeran nayê dayîn.