'Ji bo jinên Êzidî têkane rêya çareseriyê têkoşîn e' 2020-09-08 09:09:03   Viyan Seîd- Almaz Nayîf   ŞENGAL - Hejmara şîdeta li hemberî jinê û xwekuştina jinê zêde dibe. Endama TAJÊ Emşê Elî diyar kir di nava civakê de bêtir jinên ciwan hewl didin ku xwe bikujin û got: "Di nava civaka me de jî xwekuştina jinan zêde bûye. Jin xwekuştinê wekî rêya xilaskirinê dibînin. Lê divê her jineke ciwan rêya têkoşînê bide li ber xwe."    Şîdeta li hemberî jinê û xwekuştina jinê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Ev mijar bi taybetî li her parçeyên Kurdistanê mijareke sereke ye. Li başûr, bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê ji hêla serdestan ve polîtîkayên curi bi cur tên meşandin. Di demên dawiyê de di nava civaka Êzidî de bi taybetî jî di nava ciwanan de xwekuştin zêde bûye. Her wiha şîdeta li hemberî jinê jî zêde ye. Derbarê mijarê de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Elî û jina ciwan a bi navê Nesrîn Xidir nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.   Emşê, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kuştina jinan û zêdebûna şîdeta li hemberî jinê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li gorî daneyên dawiyê her ku diçe hejmara kuştina jinan zêde dibe û di sala 2020'an jî bêtir zêde bûye. Her wiha çen li cîhanê şîdet û kuştina jinê zêde be jî di nava civaka me Êzidiyan de jî heman rewş heye."   'Divê li dijî dijminê xwe şer bikin'   Emşe, da zanîn ku di sala 2014’an li hemberî Êzidiyan êrîşekî topyekûn pêk hat û wiha got: "Li hemberî fermanê me hewlda ku em bijîn û xwe biparêzirin. Lê niha gelek keç û xortên Êzidî ji ber êrîşên hovane yên dijmin dawî li jiyana xwe tînin. Divê li şûna ku xwe bikujin li hemberî dijmin şer bikin û têbikoşîn. Divê em li hemberî êrîşên bi vî rengî xwe pêş bixin. Di nav civaka me de xwe kuştin nînê. Lê belê niha xwe kuştin bêtir di temenê biçûk de pêk tê. Lê divê baş bê zanîn ku xwe kuştin ne çareserî ye."   'Em dixwazin jin xwe bi parêzin'   Emşe, destnîşan kir ku niha gelek Êzidî li Ewropayê ne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Gelek Êzidî li Ewropayê dijîn. Bi taybetî jî li Ewropayê şîdeta li hemberî jinê û bûyerên xwe kuştinê jinê zêdetir pêk tên. Jin xwekuştinê wekê rêya xwe xilaskirinê dibînin. Lê divê baş bê zanîn ku ev ne çareseriyê çareserî têkoşîn e. Em dixwazin jin li dijî şîdetê parastina xwe bike."    'Li dijî xwekuştinê têkoşîn hewce ye'    Nesrîn Xidir jî bal kişand ser xwekuştina jinan û wiha got: "Di wan salên dawiyê de kuştina jinan zêde bûye. Gelo çima di temenê biçûk de xwekuştin pêk tê? Bi rastî di nava civaka me de xwekuştin nayê qebûlkirin. Li gorî min xwe kuştin bêçaretiyê li pêş dixe. Ez wekî jinek ciwan bang li ciwanan dikim li dijî xwe kuştinê divê têbikoşin û rêxistinbûna xwe xurt bikin."