'4'emîn Konferansa Kongreya Star dê bibe nîşaneya serkeftinê' 2020-09-08 09:07:17   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Herêma Firatê Rewşen Haçim têkildarî amadekariya Konferansa Kongreya Star ya bê lidarxistin wiha got: "Di konferansê de têkoşîna jinan ya di qadên jiyanê de û pêşengtiya jinê dê di konferansê de bi berfirehî bê nîqaşkirin."   Kongreya Star ya Herêma Firatê  di 9'ê îlonê de wê Konferansa xwe ya 4'emîn bi dirûşmeya "Bi têkoşîna Zehra û Hevrînan, em ê dawiyê li dagirkeriyê bînin û Şoreşa jin misoger bikin" li bajarê Kobanê li dar bixe. Ji bo guhertin û veguhertin bên çêkirin û di heman demê de li gorî rêziknameya Kongreya Star ya herêmê jin tevger bikin wê konferans bê lidarxistin. Kongreya Star sala borî di 15'ê tîrmeha 2018'an de konferansa xwe ya 3'emîn li dar xistin. Îsal ji ber rewşa êrîşan û belavbûna vîrûsa koronayê konferans hindekî dereng ma.  Endama Koordînasiyona Kongreya Star ya Herêma Firatê Rewşen Haçim têkildarî amadekariya Konferansa kongreya star ya wê bê lidarxistin ji me re nêrîna xwe parve kir.   'Di konferansê de wê gavên girîng bên avêtin'   Rewşen diyar kir ku wê nirxandinên girîng di hundir konferansê de derbarê rêxistinbûyina jin de bên kirin û wiha got: "Ev hefteyeke me dest bi amadekariyên konferansê kiriye. Pêwîst dikir ku ev konferans zûtir bihata lidarxistin, lê ji ber rewşa êrîşên dewleta tirk û herî dawî jî bi sedema belavbûna vîrûsa koronayê hişt kar û xebatê me bê sekinandin. Me jî weke Kongreya Star tedbîrên xwe li hemberî vîrûsa koronayê girtine, ji ber wê Konferans dereng ma. Herî dawî jî komkujiyeke li gundê Helincê bi destê dewleta tirk pêk hat û di encama êrîşê de sê jinên pêşeng hatin hedef girtin, me karê xwe hinek da rawestandin."   'Li dijî vîrûsê tedbîr hatin girtin'    Rewşen, di axaftina xwe de bal kişand ser amadekariyên konferansê û wiha axivî: "Amedekariyê me yên konferansê heta roja dawiyê jî didomin. Ev konferansa 4'emîn e li ser asta herêmê tê li dar xistin. Her wiha ji bo tedbîr li hemberî vîrûsa koronayê bê girtin wê hejmara delegeyan kêm be, li ser asta Rojava wê mêvan beşdarî konferansê bibin. Her wiha wê nirxandin di derbarê rêxistinkirina jinan de bên kirin. Taybet li ser jinên pêkhateyên Ereb û tundiya ku li ser jinê tê meşandin. Di heman demê de qadên me wê bên berfirehkirin."   'Bi nirxandinên heyî em ê bighêjin serkeftinê'   Rewşen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xalên bingihîn yên konferansê û wiha bi lêv kir: "Di konferansê de wê rewşa siyasî û rêxistinî bê nirxandin, paşê kêmasiyên kar û xebat yên du salan derketine wê bên nîqaşkirin. Em dixwazin ku di nava nirxandinên xwe de bighêjin biryareke giştî ji bo tevahî jinan. Têkoşîna jin di qadên jiyanê de û pêşengtiya wê di vê derbarê de em ê bînin ser ziman. Em dixwazin hemû jin bi hêzeke xurt tevlî konferansa xwe bibin. Ji bo jinên ereb jî projeyên me hene. Di heman demê de di vê salê de kuştin û xwekuştina jinan zêder bû, ev yek wê di konferansê de bê nirxandin ku çawa em rêbazên cuda bikar bînin û civaka xwe li hemberî tundiyê hişyar bikin. Konferansa me wê bibe nîşaneya serkeftina tevahî jinan."