‘Vekirina navenda Kongreya Star xebatê jinan xurt dike’ 2020-09-08 09:03:32   Ferîde Zade    ŞEHBA - Rêveberiya Kongreya Star a gundê Ziyaretê li Şêrewa Belqîs Henan, derbarê vekirina navendê Kongreya Star li gund wiha got: “Bi vekirina navenda Kongreya Star li gundê Ziyaretê êdî xebatê jin hêsantir bû, ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan jî gaveke erênî bû.”    Bi armanca xurt kirina xebatê jin û gihêştina pergala Kongreya Star ji hemû jinan re, Kongreya Star a Herêma Şehbayê li gundê ziyarete yê navçeya Şêrawa navendek vekirin. Ev navend di  21’ê tîrmeha 2020'an hatiye vekirin û tê de wê pirsgirkên jinan, zehmetiyên ku dikişand bên çareserkirin. Ji bo jinên gundan jî rêxistina xwe xurtbikin û para xwe ji perwerdeyê bibînin ev navend hat pêşxistin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Kongreya Star a gundê Ziyaretê Belqîs Henan, têkildarî vekirina navendê Kongreya Star li gund nêrîna xwe ji me re perve kir.    ‘Armanca me xurtkirina xebatê jin e’   Belqîs di destpêkê de armanca vekirina navendê  anî ziman û wiha got: “Ev demeke dirêje xwesteka me hebû ku em navendeke Kongreya Star li gundê Ziyarete vekin, lê mixabin her derfetên me nebûn. Bi zêdebûna xwesteka jinan re me navneda xwe vekir. Berî niha navenda giştî li navçeya şêrawa bû, lê jinan ji bo pêwistiyên xwe zehmetî dikşand heyanî xwe dighandin navçeyê. Ya din jî jinên gund ji perwerdeyê bê par mabûn, ji bo wê me xwest em asta xebatê jin xurt bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin.”   ‘Vekirina navendê gavekî erênî bû'    Belqîs da zanîn ku bi vekirina navendê re êdî perwerdekirina jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan hêsantir bû û wiha pê de çû: "Dema ku me ev navend vekir ji aliyê hemû jinan ve hat pêşwazîkirin. Hemû jinan ji bo vê navendê alîkariya xwe pêşkêş kir. Her wiha  êdî perwerdekirina jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan hêsantir bû. Ji bo jin rehet pirsgirêkên xwe û pêwistiyên xwe bîne ziman, vekirina vê navendê gaveke erênî bû.”    'Em dixwazin jinek bê perwerde nemîne’   Belqîs bal kişand ser xebatê navnedê yê esasî ew jî perwerdekirina jinan e û wiha bi dawî kir: "Kongreya Star ne tenê bi çareserkirina pirsgirêkên jinan re mijûl dibe, di heman demê de hewil dide ku civakeke azad li ser esasa azadkirina hemû jinan ava bike. Ev yek jî bi rêya perwerdekirinê tê bidestxistin. Em dixwazin ku jinek bê perwerde nemîne, pêwiste hemû jin hînî fikirê azad bibin. Ji bo ku jin bibe bersîv ji hemû zehmetiyên jiyanê re perwerde hîmekî esasiye di jiyanê de. Bila hemû jin berê xwe bidin navenda xwe. Em hemû di xizmeta xebatê jin de ne.”