ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2020’Î 2020-09-08 09:00:00   * Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî, diyar kir ku şerê li başûrê Kurdistanê şerekî berjiwendiye û nîqaşên berfireh li ser Başûr tên kirin û got: "Êdî pêwîste hikûmeta Başurê Kurdistanê dostaniya dijiminên kurdan neke." BI DÎMEN    * Rêveberiya Kongreya Star a gundê Ziyaretê li Şêrewa Belqîs Henan, derbarê vekirina navendê Kongreya Star li gund wiha got: “Bi vekirina navenda Kongreya Star li gundê Ziyaretê êdî xebatê jin hêsantir bû, ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan jî gaveke erênî bû.” BI DÎMEN    * Bi nêzîkbûna zivistanê re hemû jin amadekariyên xwe dikin,  jina bi navê Beyan Elî ji gundê Mezrê yê Dêrikê şêraniya kûndirşîr ji bo zivistanê çêdike û diyar kir ku kûndirşîr yek ji xwarinên gelerî ye, ji bo zivistanê ev xwarin pir xweş e û bi qîmet e. BI DÎMEN    * Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Herêma Firatê Rewşen Haçim têkildarî amadekariya Konferansa Kongreya Star ya bê lidarxistin wiha got: "Di konferansê de têkoşîna jinan ya di qadên jiyanê de û pêşengtiya jinê dê di konferansê de bi berfirehî bê nîqaşkirin." BI DÎMEN    * Aktîvîsta TJA’ê Gulîstan Sonuk diyar kir ku bi salan e li herêmê polîtîkayên taybet tê meşandin û di encama polîtîkayan de bêtir jin dibin mexdûr û got: "Dewleta ku Musa Orhan berda vê tecawîzê jî parast. Em ji wan polîtîkayên qirêj re ne biyanî ne. Bi salan e ew sûc bi al, sirûd û unîformayê tê veşartin.” BI DÎMEN   * Jinên Amedî bertek nîşanî êrîşa li dijî karkerên kurd li Sakaryayê dan û gotin: "Em vê neheqiyê qebûl nakin divê kurd li hember van êrîşên nijadperest bêdeng nemînin, bertekên li ser medya civakî jî têrê nakin divê li qadan bertekên xwe bînin ziman." DÎMEN HEYE   * Safiye Çoban ku 5 sal berê makîneya ava firingiyan anî Amedê, diyar kir ku jin ji karekî zehmet xilas kiriye. Safiyeyê wiha got: “Jinan piştî karê parzûnkirinê pisgirêka êşa mil dikişandin. Ji bo karê jinan hêsan bikim min jî makîne anî.” DÎMEN HEYE   * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got têkoşîna didin bi demekê an jî bi rojevekê sînor nîne û got ew di amadekariya kampanyayek nû de ne. Ayşeyê got di nîqaşên der barê kampanyayê de dirûşma ‘xwe û parastina xwe ya cewherî rêxistin bike’ derketiye pêş. DÎMEN HEYE   * Hejmara şîdeta li hemberî jinê û xwekuştina jinê zêde dibe. Endama TAJÊ Emşê Elî diyar kir di nava civakê de bêtir jinên ciwan hewl didin ku xwe bikujin û got: "Di nava civaka me de jî xwekuştina jinan zêde bûye. Jin xwekuştinê wekî rêya xilaskirinê dibînin. Lê divê her jineke ciwan rêya têkoşînê bide li ber xwe." BI DÎMEN    *Psîkolog Fahriye Cengîn diyar kir ku divê Tirkiye li dijî êrîşa zayendî bi awayekî civakî têbikoşe û got desthilatdarî qanûnên ku zarokan di temenê zarokatiyê de dizewicîne derdixe û êrîşa zayendî meşrû dike.