Xwişk û dayika Gulîstanê hatin binçavkirin 2020-09-07 15:56:12       DÊRSIM - Dayika Gulîstan Doku Bedriye Doku û xwişka wê Aygul Doku, li dijî bidawîkirina lêgerîna Gulistanê li Qada Seyît Riza dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Lê bi astengiya polîsan re rûbirû man û hatin binçavkirin.    Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku 247 roj e nayê dîtin. Lêgerîna li Gulistanê ya di nava avê de jî di 6'ê Tîrmehê de hat rawestandin. Li gel daxwaza malbata Gulistanê û ya hevalên wê li cihê bejahî ji bo Gulistanê tu lêgerîn nehat destpêkirin. Her wiha li gel ku hemû delîl ji windabûna Gulistanê Zaînal Abakarov nîşan didin derbarê wî de tu lêpirsîn nehat destpêkirin.   Dayika Gulistanê Bedriye Doku û xwişka wê Aygul Doku, li dijî rawestandina lêgerîna Gulistanê, bi daxwaza dîtina wê li Dêrsimê li  Qada Seyît Riza dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî destpêka çalakiyê polîsan li dora Bedriye û Aygulê dorpêç kirin û piştre jî binçavkirin.