Serdana şandeyê bi hinceta ‘karantînayê’ hat astengkirin 2020-09-07 13:32:17   MÊRDÎN - Şandeya Xebatên Tîfaqa Kurdistanî xwestin biçin serdana malbatên ku li Sakaryayê bi êrîşê re rûbirû mayî, lê şande bi hinceta ku "gund di karantînayê de ye" hatin astengkirin.    Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl ên dibin banê Xebatên Tifaqa Kurdîsatanî de cih digirin, xwestin malbatên karkerên kurd ên li Sakaryayê rastî êrîşa nijadperest hatin ziyaret bikin û ji bo vê çûn gundê Kelekê yê girêdayî navçeya Şemrex a Mêrdînê. Lê leşkaran bi hinceta gund dibin karantînayê de ye, destûr nedan ku şande bikev gund û bi malbatan re hevdîtinê bike.    Derdora gundê Kelekê ji hêla leşkeran ve hatibû dorpêçkirin û ketin û derketina gund bi bariyerên zirxî ve hatin girtin. Endamên şandeyê, li 2 noqteyên kontrolê yên li ser rê hatibû danîn hatin rawestandin û kontrola nasnameyên wan hatin kirin. Lê belê şande bi hinceta ku "gund di karantînayê de ye" nehiştin bikevin gund. Welatiyên gund xwe gihandin şandeyê û û diyar kirin ku li gund tu pêketiyeke vîrûsê tuneye.   Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên cihê xwe di şandeya Xebatên Tifaqa Kurdistanê de girtin, ligel hemû astengiyan jî xwestin biçin malbatan ziyaret bikin. Lê leşker nehiştin parlamenter jî biçin gund.    Di nava şandeyê de; Nûnerên raydarên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Partiya  Azadî, Komeleya Kurd a Demokratîk-Şoreşger (DDKD) Partiya Mirov û Azadî (PÎA) Platforma Demokratîk a Kurd (PDK-Bakûr) û Partiya Demokratîk a Kurdistan-Tirkiyeyê (PDK-T) hene.