Xuşk û dayika Gulîstan doku dest bi çalakiyê kirin 2020-09-07 13:26:30   DÊRSIM - Dayika Gulîstan Doku Bedriye Doku û xuşka wê Aygul Doku, li dijî bidawîkirina lêgerîna Gulistanê li Qada Seyît Riza dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku 247 roj e nayê dîtin. Lêgerîna li Gulistanê ya di nava avê de jî di 6'ê Tîrmehê de hat rawestandin. Li gel daxwaza malbata Gulistanê û ya hevalên wê li cihê bejahî ji bo Gulistanê tu lêgerîn nehat destpêkirin. Herwiha li gel ku hemû delîl ji windabûna Gulistanê Zaînal Abakarov nîşan didin derbarê wî de tu lêpirsîn nehat destpêkirin.   Dayika Gulistanê Bedriye Doku û xuşka wê Aygul Doku, li dijî rawestandina lêgerîna Gulistanê, bi daxwaza dîtina wê li Dêrsimê li  Qada Seyît Riza dest bi çalakiya rûniştinê kirin.   'Keça min bibînin'    Bedriyeyê diyar kir ku ew 247 roj e ji keça xwe agahiyê nagire û di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: "Ez dayik im. Min keça xwe di serî de emanetî xwedê û piştre jî emanetî dewletê kir. Keça min xwendekar e. Gulîstana min li ku ye? Hestiyên keça min bidin min. Ger ku mirî be jî hestiyên wê bidin min. Keça min li ku ye? Kîjan dayik dixwaze hestiyan bigire? Ez dayik im, xwe bikin şûna min. Êdî keça min bibînin. Kezeba min dişewite."