Kongreya Star: Pêwiste li hember êrîşan em bibin yek 2020-09-07 13:25:04   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star li dijî êrîşên li hemberî kudan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di bin tehdîda êrîşan de ne. Em weke tevgera jinen Rojavayê Kurdistanê bang li hemû hêzên kurdî dikin ku hêza xwe bikin û dagirkeriya li ser axa xwe qebûl nekin."   Koordînasyona Kongreya Star bi armanca bal bikişîne ser êrîşên dewleta tirk, plansaziya li ser axa Kurdistanê kirin û yekitiya kurd daxuyaniyekê nivîskî weşandin.    Daxuyanî nivîskî wiha ye: “Weke ku tê zanîn em di pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di bin tehdîda êrîşan de ne. Dewletên faşîst na xwazin ku Gelê Kurd bibin xwedî stato, ji bo wê heya ji wan tê êrîşên xwe dijwar dikin. Êrîş bi her awayi ser axa me tê kirin ji dagirkerî, êrîşên ser ziman, çand û nasnameya me, dijmin dixwazin hebûna kurd tune bikin.       Li hember van êrîşan têkoşenek bê hempa li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Ji bo ku em bibin xwedî siberojeke azad, bi qasî vê têkoşînê yekitiya kurd pêwist e. Heke yekitiya kurd pêk neyê em ê her tim bi êrîşan re rûbirû bimînin.   Dîroka Gelê Kurd bi serketinan tijê ye, lê mixabin dewletên hegomonîk dixwazin kurdan dûrî serkeftinên xwe bihelin û bixin bin serweriya xwe. Li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdekî girankiri heye. Her wiha aliyek jî kurdan dikin dijminên hev û wan bi hev didin şer kirin. Herî dawî çûyina Neçîrvan Barzanî ji bo tirkiyêyê û daxuyaniya di derbarê Şengalê de cihê şermezar kirinê ye. Dîroka Gelê Kurd wê vê yekê efû nekê.    Em weke tevgera jinen Rojavayê Kurdistanê bang li hemû hêzên kurdî dikin ku hêza xwe bikin û dagirkeriya dewleta tirk ser axa xwe qebûl nekin. Pêwist e em li hember êrîşên dewleta tirk xwedî yek helwestbin. Divê em berjewendiyên xwe yên kesayetî bidin alî û rizgariya Kurdistan armanca me ya yekem be."