‘Ne şîr ne jî ava vexxwarinê didan zarokên min’ 2020-09-07 10:46:40   Medya Uren   AMED - Eylem Oyunlu a di 19’ê Hezîranê de bi 2 zarokên xwe re hatibû girtin di 4’ê Îlonê de hat tahliyekirin. Eylemê qala pêvajoya girtîgehê kir û got: “Sebiyê min hîna 10 rojî bû. Çavê wê xwîn diketê, hem nexweşiya wê hem jî biçûk buna wê min dixist zoriyê. Berpirsyaran ne şîr ne ji ava vexwarinê didan zarokan. Digotin ava serşoyê bi kar bînin.”   Eylem Oyunlu di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Lîceyê de di 19’ê Hezîranê de jî bo îfadê bide bangî wê kiribûn. Eylem bi zaroka xwe  ya 10 rojî û 2 salî re hatibû girtin. Ji ber belavbûna şewba koronoyê ji ew bi zarokên xwe re 18 rojan di karantînayê de û 2 mehan jî di girtîgehê de ma. Eylem bi şertê kontrola edlî di 4’ê Îlonê de hate berdan.   Eylem di wê pêvajoyê de zoriyên ku bi zarokên xwe re jiyane ji ajansa me re dibêje.   Ji malbatê 7 kes girtî bûn   Eylem anî ziman ku ew ji zû ve bû vedixwendin îfadeyê, lê ji ber ku ducanî bû nedikarî here. Eylemê wiha berdewam kir: “Piştî zaroka min ji min re bû jî ji bo îfadeyê gazî min kirin. Min da nîşankirin ku pirsgirêkên zaroka min hene û ew gelek biçûke.  Min bi 2 zarokên min re xistin girtîgehê. Ji ber ku di nifusê de zaroka min a biçûk ne qeydkirîbû jî pirsgirêk derketin. Bi herdu zarokên min re ji malbatê em 7 kes di girtîgehê de bûn. Ji dervey yekê em hemû ji heman dosyayê hatibûn girtin.”   ‘Lêgerîna tazî pêkanîn’   Eylemê diyar kir ku piştî wê birin girtîgeha Amedê ya girtî wê di lêgerîna tazî re derbaz kirine. Ji ber ku wê lêgerîn erê nekiriye jî  devkî  tundî lê hatiye kirin. Eylemê wiha pêvajoya karantînayê vegot: “Di rojên destpêkê de min 18 rojan bi zarokan re xistin hocreyekê. Ji ber ku rojên yekem bûn hem jî ji ber ku cihek teng û kes tune bû. Zaroka min a mezin gelek aciz dibû. Di aliyê tendirustiyê de ji zaroka min ya biçûk aciz dibû. Çavên zaroka min venedibûn, hertim xwîn diket çavê wê. Di hücreye de ji enfeksyon girt û rewşa wê xirab bû. Ji ber vê sedemê jî ji bo ku girtinê taloq bikin me dilekçe da serdozgeriyê lê mixabin ne hat erêkirin.”   ‘Gotin ava serşoyê bixe nav şîr’   Eylemê got me di nava wan dîwaran de bê ewlehî hêştin û wiha berdewam kir: “Ji xwe metirsiya şewba koronoyê hebû. Li rexekê jî  pêdiviyên me yên tîmarbûn û tendirustiyê hebûn. Di aliyê paqijiyê de tiştek nedidan me. Hertişt me bi xwe distend. Di aliyê tîmarê de jî divê min tiştê şîrîn bigirtana. Ji ber ku min şîr dida zaroka xwe. Lê bihêlin ku tiştek bidin min ava ku ez bixim nav şîr jî nedan min. Digotin ava serşoyê bi kar bîne.”   ‘Karantîna ji min re îşkence bû’   Eylemê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi giştî me rojên zor derbas kirin. Lê rojên karantînayê weke îşkenceyek bûn. Di aliyê derûniyê de jî me zorî kişand. Bi herdû zarokan re ev rewş xerabtir bû. Yek digiriya ya din ji pêre digiriya. Min nedikarî bi wan re îdare bikim. Ya mezin dixwest derbikeve derve. Pişre ji me birin qawuşê, di wir de jî diya min û xuşka min di heman girtîgehê de bûn. Li vir jî ji ber ku bêhtir me karibû di aliyê tendirustiyê û paqijiyê de bi zarokan re eleqeder bibin wan bêhtir xwe komî serhev kir. Çavên zaroka min hêdî hêdî baş dibûn.”   ‘Hêvîdar im ku tu dayik nekevin girtîgehan’   Eylemê diyar kir ku nexweşiya diya wê ji hebû, dema wê û zarokan di girtîgehê de dît qrîz derbaz dike û tansyona wê bilind dibe. Eylemê wiha gotina xwe bi dawî anî: “Şert û mercên girtîgehan ji bo mirov zahmet e. Lê dayikek bi du zarokan re bifirikirin. Ji bo tiştek bi serê wan neye em hemû şiyar diman. Lê hinek jî be ji ber ku holeke qelebalix dît bêhna wan hate der. Hêvîdar im ku tu dayik, kesên temenê wan mezin û zarok nekevin girtîgehan.”