Li Wanê li sê sed dibistanî testên pozîtîf derketin 2020-09-07 09:06:53   WAN - Sekretera Jinan a Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê Funda Demîr Bozkurt, destnîşan kir ku li sê sed dibistanî testên pozîtîf derketine û got newekheviya di perwerdehiyê de di vê demê de zêdetir hatiye dîtin.   Li seranserê cîhanê û Tirkiyeyê ji ber vîrusê hejmara miriyan her diçe zêde dibe û vîrus her diçe belav dibe. Li nexweşxaneyên pandemiyê hema hema cih nemaye û yek ji bajarên ku herî zêde vîrûs lê belav bûye Wan e. Tevî hejmarên zêde Wezîrê Perwerdê Ziya Selçuk daxuyand ku plana wan ev e perwerda rû bi rû di 21’ê îlonê de wê bê destpêkirin. Ziya Selçûk bi lêv kir ku mîlyonek ûnîv xwendekar nikarin xwe bigihînin Tora Ragîhandinê ya Perwerdê (EBA) û got bi pakêtên înternetê xwegîhandina EBA hêsan nabe. Sekretera Jinan a Platforma Şaxan a Wanê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Funda Demîr Bozkurt der barê mijarê de axivî û got tevî hejmarên zêde yên vîrusê vekirina dibistanan jî wê xetereyê zêde bike.   ‘Di panemiyê de wekhevî pêk nehat’   Fundayê bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de pirsgirêkên di perwerdehiyê de dihatin jiyîn zêdetir bûne û wiha pê de çû: “Bi taybet jî wekheviya derfetê ya di perwerdê de bi giştî ji holê rabû. Ji agahiyên ji qadê tên me ev bihîst; Piranî zarokên me ne xwedî materyalan bû. Xwegîhandina înternetê pêk nehat. Ji kompîtur û tableyan bêpar bûn. Di vê pêvajoyê de divê dewletê wekheviya derfetê pêk bianiya. Divê alav û materyal bê pere ji bo zarokan bihata dayîn. Ligel vê zarokên kêmderfet hebûn. Zarokên xizan, zarokên koçber û yên kêmderfet. Me dît ku van zarokan xwe negîhand perwerdehiyê.”   ‘Divê tedbîrên pêwist bên girtin û perwerda rû bi rû bê kirin’   Fundayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku di pêvajoya ku her kes li malê xwe bûnde pergalek bi kordîne nehatiye meşandin û der barê naveroka perwerda ji dûr ve de pirsgirêk hatine jiyîn û ev tişt anî ziman: “ Perwerda ji dûve ne li gorî armanca xwe bû. Divê xwendekar rû bi rû perwerdê bibînin. Ger ku tedbîrên pêwist bên girtin dikare perwerda rû bi rû pêk bê. Ji ber ku di perwerdehiya ji dûr ve de newekheviyek mezin dertê holê.”   ‘Li sê sed dibistanê testên pozîtîf’   Fundayê her wiha balkişand testên pozîtîf û wiha pê de çû: “Ji roja dibistan vebûne heta niha bi sedan mamoste bi vîrusê ketin. Li nêzî sê sed disbistanî testên pozîtîf derketin. Li gorî lêkolîna hatiye kirin divê di polê de herî zêde 12 xwendekar hebin. Ji bo vê divê pirsgirêkên wekê butçe, tayînkirina mamosteyan, gelek pisgirêkên din ji holêr abin. Em butçeyek pêvek dixwazin lê wezîrê me dibêje mûçeyê mamosteyan bi awayekî cidî ‘kulfete’. Em kedkarên perwerdê dibêjin ku; ya kulfet ne mûçeyê me ye. Divê ji bo her dibistanê xebatkarên tendurisityê hebe, yê paqijiyê hebe. Di ev pisgirêk bên çareserkirin dikarin dibistan vebibin.”   ‘Bi mamosteyan re kêmasiya motîvasyonê afirand’   Fundayê bi lêv kir ku bi vebûna dibistanan re dê hejmar jî zêde bibe û ev tişt daxuyand: “Divê dibistan venebin. Perwerda ji dûrve ji bo xwendekaran newekhevî aifrand. Ji bo mamosteyan pêvajoyek zehmet bû. Vê bi mamosteyan re rê li ber kêmasiya motîvasyonê vekir. Di pêvajoya pandemî de bi zarokan re pirsgirêkên psîkolojîk û fikarê derket holê. SES, mamosteyên rehber û şêwirmendên psîkolojîk di vê mijarê de xebat meşandin. Divê ev aliyên bandor li ser zarokan dikin jî bên dîtin.”