'Hebûna jinê di yekitiya kurdî de mayindekirina mafê jinê' 2020-09-07 09:01:45   Lîlav Elî   ŞEHBA - Endama Meclîsa Herêma Efrînê Zelox Bekir bal kişand ser bandora hebûna jinê di warê kekitiya kurd de û got : “Bi pêşengtiya jinên kurd di pêvajoya yekitiya kurd de dê serkeftin misoger bibe. Jin bi hebûn û sekna xwe dikarin xeyalên civaka kurd bi avakirina yekîtiyê pêk bînin."   Di nava rûpelên dîrokê de her dijminên kurdan xwestine ku parçebûnê di nava civaka kurd de çêbikin. Dixwazin mirovê kurd mecbûrî serweriya xwe bikin û serkeftinên wan bidin çewsandin. Ji bo wê rêya çareseriyê  ew e ku kurd yekitiya xwe ava bikin û pilan û êrîşên li ser civaka xwe bidin rawestandin. Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Herêma Efrînê Zelox Bekir axivî.    'Yekitî  misogeriya aramiya civaka kurd e'   Zeloxê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku parçebûna nêrîna kurdan bandorên neyînî li ser civaka kurd dike û wiha got: "Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hewildanên avakirina yekitiya kurd dihat kirin. Mixabin girêdana hin aliyan bi berjewendiyên kesayetî  re hişt ku ev hewildan vala derbikevin. Her wiha dewletên herêmê jî rola xwe di vê parçebûnê de  mîna dewleta tirk a ku heta niha hemû kiryar û êrîşên xwe li dijî gelê herêmê dide meşandin lîstin. Ger ku yekitiya kurdî bê avakirin wê dilê mirovên kurd rehet bibe û aramiya civaka kurd misoger bibe."   'Jin dikarin xeyalên civaka kurd bi yekîtiyê pêk bînin '   Zeloxê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bandora hebûna jinan di pêvajoya yekitiya kurdî de û wiha pê de çû: "Jina ku bi şoreşê re pêşengtiya xwe aşkera kir dikare bibe aliyê çareseriyê. Jin di hemû qadên têkoşînê de xwedî roleke girîng in û dikarin heta asteke bilind bibin bersîv ji gelek pirsgirêkên civakê re. Em dikarin bêjin ku helbet wê bandora beşdariya jinan jî di ketiya kurdî de xwedî misyon be. Jin bi hebûn û sekna xwe dikarin xeyalên civaka kurd bi avakirina yekîtiyê pêk bînin."   'Rihê wekheviyê bêhtir li pêş e'    Zeloxê bal kişand ser daxwaza avakirina yekitiyê ya jinên kurd û wiha ber dewam kir: "Di xwezaya jinên kurd de rihê wekheviyê zêdetir li pêş e. Ji bo wê her rêxistina jinê rastî êrîşên derdor tê. Jin bêyî ku berjewendiyên kesayetî bide pêş ji bo civaka xwe dixebit. Her wiha bi serkeftin û rehetiya civakê re jî dilşad dibe. Nêrîna jinan û biryara wan di civakê de heta niha zede nedihat. Ji ber ku hêzên hegomonîk weke xeteriyê ew li ser pergala xwe didîtin. Serkeftina bi pêşengtiya jinan wekheviya civakê bi xwe tîne."    'Bi pêşengtiya jinên kurdya kurd misoger dbie’    Zeloxê di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku bibin aliyê gihandina nêrîna yekitiya kurdî û wiha axftina xwe bi dawî kir: "Hertim di şexsê jinên kur de dijmin hewil dide ku pirsgirêka kurdan kûrtir bike û wan ji fikira yekityê dûr bixe. Êdî wê jin gavê  paşve navêjin û wê hemû hewildanên dijmin vala derbixin. Bi pêşengtiya jina kurd yekitiya kurdî misoger dibe."