Jinên Şengalê: Dem dema xurtkirina têkoşînê ye 2020-09-06 18:02:44   ŞENGAL - TAJÊ bi tevlîbûna hemû berdevkên meclîsên TAJÊ yên gund, bajarok û saziyan civîna xwe ya 2 mehan pêk anî.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidi ( TAJÊ) bi tevlîbûna hemû berdevkên meclîsên TAJÊ yên gund, bajarok û saziyan civîna xwe ya 2 mehan pêk anî û piştî civînê daxuyaniyek da. TAJÊ di daxuyaniya xwe de bang li CPT’ê hate kirin ku bi erka xwe rabê û ji Abdullah Ocalan agahiyêkê bide Gelê Kurd.   Berfirehiya daxuyaniya TAJÊ bi vî awayî ye; “ Di civînê de tişta ku herî zede em li ser sekinin û me girt dest rewşa Rêbertî û erîşên li ser jinan e. Wek jinên kurd ên êzidî ev demeke ku em ji rewşa serokatî bi gumanin. Ev erîşên ku li ser civaka me tên kirin ne ji rêzê ne. Herî zede dijmin erîşî jinan dike. Rewşa rêbertî bi rewşa jin û civakê vê giredayî ye. Erîşkirina ser jin û civakê tê wateya erîşkirina ser rêbertî û fikir felsefaya wî. Ji bo vê kar û xebatên me li ser esasê azadiya Rêber Apo ne. Ya ku nehişt vîna kurdên êzidî bê şikandin û peşiya fermana jinana li ser civaka êzidî girt û nehişt li bazaran bên firotin îdeolojiya Rêber Apo bû. li ser vî esasî weke jinên êzidi em xeterî ser jiyana Rêbertî dibînin û ji bo şikandina vê tecrîda girankiri li ser rêber Apo û azad kirina wî ji xwe re weke erke dîrokî û însanî dibînin. Bi taybet jina êzidi ji bo vê di nav tekoşîn û çalakiyan de ye. Em bang li hemû civaka êzidi bi taybet jî jinan dikin ku azadirina Rêber Apo weke erka xwe ya serekê bibinin. Dîsa em weke jinên êzidi bang li CPT’ê dikin ku bi erka xwe rabê û di demêke kurt de agahî ji Rêbertî bide me.   Êrîş zede bûne   Xala duyêmîn di rojeva civîna me de hate dest girtin erîşên li ser civaka êzidi ku bi taybet di van demên dawî de zede bûne. Ev demêke direje şêniyên Şengalê di bin hedefa van erîşan. Di heman demê de hezên parastina me jî dike hedef. Dixwazin vê civake bi giştî tunê bikin. dewleta tirk a faşist ne tênê şêniyên Şengalê hedef digire. Di heman demê de bi taybet erîşên xwe li ser heza parastina vê civakê YJŞ-YBŞ hemû zarokên vê civakê dike. Yên ku bi wan re di nav hevkariyê de ne û dixwazin li hember jinên êzidi siyasete ke kirej bimeşînin. Em weke Tevgera jinên Êzidî van erîşên dewleta tirk a faşist ên li ser Şengalê şermezar dikin.   Divê jin li hember êrîşan xwe bi hêz bikin   Bê guman rewşa jinan bi giştî û bi taybet a jinên êzidî yên dervayî welat weke xalêkê giring di nav civînê de hate destgirtin. Zihniyeta faşist berî ku şer derbixe destpêke erîşê jinan dike. Bi vî awayî civakê lewaz dike. Piştre êrîş dike. Bikaranîna bedena jinan wekî meta êdî sînoran nas nake. Êrîş û tecawiza ku tên rewa kirin di serî de li ser jinên kur pêk tînin. Bi taybet jî li ser jinên kurd ên êzidî jî heman tişt tê meşandin. Divê jinên êzidî li hember van êrîşên qirêji hêza xwe xurt bikın.”