Pervîn Buldan: Dema têkçûna zilimkaran hatiye 2020-09-06 16:15:00   İSTANBUL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çalakiy a ku bi minasebeta Meha Muharemê hat lidarxistin de axivî û got, “Her deme kesên li dijî zaliman têkoşiyane hebûne û dema têkçûna zilimkaran hatiye.”   Elewiyan, bi boneya meha Mûharremê li Dergah Garîp Dede ya li navçeya Kuçukçekmecê loqima aşûrê belav kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûlan, parlamenterên HDP û CHP'ê, rêveberên komeleyên Elewî û Dayikên Aştiyê beşdarî bernameyê bûn. Bernameyê bi girtina semahê dest pê kir.   ‘Wê berxwedêr bi ser kevin’   Hevseroka Gitî Pervîn Buldan bal kişan ser zilma tê kirin û got: "Êş û zilma ku li mirovên me yên elewî hatine kirin û tên kirin, em ji dil hîs dikin. Elewiyan li vê xakê zilmeke mezin dîtin. Mîna kurdan, mîna ermenan, mîna suryanan."   Pervîn destnîşan kir ku her demê berxwedêr li ber zaliman hember zilmê rabûne û got, "Divê bê zanîn ku her demê berxwedêr li dijî zaliman bi ser ketine. Dema têkçûna zaliman nêz e." Bûldan diyar kir ku ew hêvî dike meha Mûharremê bibe wesîleya aştî, azadî û wekheviyê.”   Piştî axaftinan loqme û aşure hat belavkirin.