Li Şehbayê Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan dest pê kir 2020-09-06 13:34:34   ŞEHBA - Li Şehbayê 7’emîn Konferansa Meclîsa Malbetên Şehîdan a Herêma Efrînê bi tevlîbûna 210 delegeyi dest pê kir.   Meclîsa Malbetên Şehîdan a Herêma Efrînê 7’emîn Konferansa xwe bi dirûşmeya ”Felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan misogeriya azadiyê ye” li dar xist. Konferans bi beşdarbûna 210 delegeyi ji hemû sazî û dezgehên sivîl , Malbatên şehîdan, Kongreya Star û Meclîsa Malbetên Şehîdan a bajarê Helebê pêk hat. Li cihê konferansê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsa”Em ê bi soza girêdana xeyalên şehîdan re tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, bi Rêber APO re azad bijîn” hatin daleqandin.   Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan, sînivzyonek li ser jiyana pakrewanan hat pêşkêşkirin. Her wiha perpesktîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê şehîdan de ji aliya Mamosteya KPC-D jin Bêrîvan Xelîl ve hatin xwendin.Piştre rewşa siyasî ji aliya Endama Konseya Rêveber a PYD’ê Hediye Yûsif ve hat nirxandin.   Hediyê wiha dest bi nirxandina xwe kir: ”Lidarxistina Konferansê di vê pêvajoya hesas de gaveke girîng e. Gelê me îro di pêvajoyên dijwar e derbas dibin. Kurdên ku xeta îxanetê ji xwe re hilbijartin û bûn alîgirên dagirkeran li dijî doza Gelê Kurd tevdigerin. Îro em dibînin êrîşên herî giran li ser gelan tê kirin, divê em xeta parastina xwe ya rewa biparêzin û heya dawî li ber xwe bidin.”   Hediye di dewamiya gotinên xwe de da zanîn ku divê gelê me li gor nirxên şehîdên xwe xwedî li vê pêvajoyê derbikevin û wiha domand: “Gelê me rêya têkoşînê ji xwe re hilbijart, lewma di oxira wê de bi hezaran bedel dan. Em di wê ferqê de ne ku ev destkeftiyên ku bi saya xwîna van qehreman hetiye bi dest xistin pêwist e em biparêzin û nehêlin ku tu dijmin destdirêjiyê bavêje ser axa me. Doza me azadiye, em ê bi ser bikevin.”   Konferans bi xwendina raporê didome…