'Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dike' 2020-09-06 10:43:50   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Cîgera desteya Rêveber a herêma Firatê Emîne Bekir di derbarê salvegera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha got: "Avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke dîrokî bû."   Bi şoreşa 19'ê Tîrmaha 2012'an re gelê rojavayê Kurdistanê, rêveberiyên xweser hilbijartin û bi vîna xwe dest bi xwerêvebirinê kirin. Ji bo hêza hemû gelên li herêmê di bin yek sîwanê de kom bibe pêwîstî bi damezirandina pergala Rêveberiya Xweser ya Federal hate dîtin. Rêveberiyên xweser yên rojavayê Kurdistanê di 27'ê Çileya 2015'an de hatin damezirandin. Piştî herêmên wek Reqqa, Tepqa, Dêrezor û Minbicê ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatin rizgarkirin û şun ve, êdî pêwîstî bi avakirina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat dîtin. Li ser heman hişmendiya yekbûyîna tevahî pêkhatiyeyan Rêveberiya Xweser ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin û ji pêkhateyên ereb û kurd hevserokên rêveberiyê hatin hilbijartin. Di rêveberiyê de hem nûnertiya netewan hem jî wekheviya zayendî esas tê girtin. Têkildarî Ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyeyê Cîgera desteya Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir ji ajansa me re axivî.   'Bi ragihandina rêveberiyê re gavên girîng hatin avêtin'   Emînê balkişand ser girîngiya avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pê de çû: "Ez avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemû pêkhateyên herêmê pîroz dikim. Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6'ê Îlona 2018'an de bi awayekî fermî dest bi kar û xebatên xwe kir. Di 9 salên şoreşê de gelên herêmê xeta sêyemîn û parastina bajarê xwe ji xwe re bingeh girtin. Piştî demekê ev gav bi awayekî baş hat pejirandin û li ser wî esasî kar û xebat hat meşandin. Ruxmî şert û mercên heyî dîsa jî Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên mezin avêtin û bi serket. Piştî rizgarkirina bajarê Reqqa, Tepqa, Dêrezor û Minbicê pêwîstî hat dîtin ku Rêveberiya Xweser bê damezirandin. Armanca damezirandina Rêveberiya Xwser ew e ku hemû gelên herêmê, netew û ol di bin yek sêwanê de komî gel hev bibin. Her çendî hemû pêkhate cihê xwe di nava vê pergalê de digrin jî pergala me hîna ji milê rejîma Sûriyeyê û kualîsyonê ve bi awayek fermî nehatiye pejirandin. Herçend ku pergala me ji milê desthiladaran ve nehatibe pejirandin jî baweriya gel û hemû pêkhatiyan ve tê pejirandin."   'Tu kesî ev pergl pêk neanîbû'   Emîneyê da diyarkirin ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya herî rast e û wiha got: "Tecrûbeya Rêveberiya Xweser ya herî baş bû, ji ber ku ji bilî vê Rêveberiyê û bi taybet di hundirê Sûriyê de tu kesî ev tecrûbe ne dabûn destpêkirin. Aliyên din tenê ji bo berjewendiyên takekesî tevdigerin, lê ev rêveberî ji bo xizmeta gelê herêmê û destkeftiyên ku hatin bi dest xistin e û li gor wê kar û xebatê dide meşandin. Pêkhateyên herêmê vê yekê bi awayekî baş dinirxînin û dipejirînin, hemû pêkhate bi ziman, çand û ola xwe di nava pergala Rêveberiya Xweser de cih digrin. Di demên dawiyê de gelek rewş derketin holê Qanûna Qeyser bandoreke neyinî li tevahî gelên Sûriyê kir, lê rêveberiya me bi reng û rêbazên cuda bi gelên xwe re bû alîkar. Bi derketina virûsa Korona re her çendî derfetên li herêmê kêmbin jî rêveberiyê hewilda ku bi her awayî tedbîran bigre û tedawiya gel bi awayek baldar pêkbîne.   ‘Jinan pêşengtî kir û gavên girîng avêtin’   Eemîneyê bal kişand ser pêşketina jinan bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser û wiha berdewam kir: “ Her çendî di dîroka Gelê Kurde jin bibe xwedî rolek sereke jî bi Şoreşa Rojava û ragihandina Rêveberiya Xweser re jinan gavên girîngtir avêtin û bêhtir pêşketin. Ji berk u li herêmên me jin hîn bi awayek çalak derbasî qadên siyasî, aborî, dîplomasî û pergala hevseroktiyê bûn. Bê gûman ev rewşa jinan a li herêmê ji jinên cîhanê re jî bû îlhama têkoşînê. Hêviya me ji tevahî jinên Sûriyeyê heye ku xwe di vî milî de berpisyar bibînin û tevlî vê pirojeyê bibin. Ji ber ku bi vê projeyê mafê jinê tê parastin. Divê hemû pêkhateyên herêmê bi awayekî hevbeş kar û xebat bidin meşandin ku em bi hev re li ser vê axê jiyaneke wekhev û azad bijîn"