Jinên Mexmûrî: Zilma li Rêber Apo tê kirin li me tevan tê kirin 2020-09-06 09:36:32   MEXMÛR - Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Pkk tê meşandin şermezar kirin û gotin: “em ew tecrîda ku ev 22 sal e li ser Rêberê me pêk tê şermezar dikin, ew zulum û îşkenceya ku li Rêber Apo tê kirin li me tevahî gelê kurd tê kirin.”   Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê tê meşandin şermezar kirin û gotin: “Em wê tecrîda ku ev 22 sal e li ser rêberê me pêk tê şermezar dikin, ew zilm û îşkenceya ku li Rêber Apo tê kirin li me tevan tê kirin.”   Di derbarê tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê tê meşandin de dayîka bi navê Sultan Yilidiztan wiha ji ajansa me re axivî: “Ev bû çend sal çavê me li CPT’ê, saziyên mafê mirovan û li mirovahiyê bû, lê mixabin kesek li erka xwe xwedî derneket û pêk jî ne anîn. Destê her kesî di vê kamploya navnetewî de heye. Bi rastî jî mirov dikare vÊ di roja îro de bi awayekî pir zelal bibîne. Ji ber wê jî îro tecrîdeke giran kirî, di aliyê fîzîkî, fikrî û pisîkolojî de li ser rêberê me tê meşandin. Li hemberê vê yekê jî her kesî xwe kar û kor kiriye û di cihê xwe de bê deng mane.”   ‘Ev bêdengî nayê qebûl kirinê’   Sultan Yildiztan ji bal kişand ser bêdengiya Gelê Kurd û wiha pêde çu: “Pêwîste weke Gelê Kurd em bê deng nemînin û li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin. Ji bo vê tecrîdê jî em bêjin êdî bes e. Dijmin ji hemu aliyan ve bi ser me de tê, ji ber ku ev komplo ya wan ê ku di 1999’an de pêk anîne heta roja me ya îro jî berdewam e. Dema ku behsa tecrîda li ser Rêber Apo tê kirin dijmin hema êrîşî ser derekê dike, bi fen û hîleyên xwe dixweze her dem rojeva Gelê Kurd biguhure, lê tu carî jî wê Gelê Kurd Rêberê xwe ji rojeva xwe dernexe.”   Dayê Sultan bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî: “ Rêber Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, yê her mirovekî li derekê bin dest be ye. Ev bêdengî nayê qebûl kirinê û çi dibe bila bibe weke Gelê Kurd pêwîst e em hemu jî xwedî deng û helwest bin. Em dibêjin heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li Rêberê xwe xwedî derbikevin û em dev ji vê dozê bernadin.”   ‘Divê gelê kurd hemu jî li berxwe bidin’   Dayê Meqbûle Kaya jî wiha dest bi axavtinên xwe kir: “Di serî de ez silavên xwe ji bo Seroketî û tevahî hevalên zîndanan dişînim. Serokê me hemu rê li pêşiya me vekirine, heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî em li pey Serokê xwe ne. Divê Gelê Kurd li ber xwe bide û li hemberî neyaran jî helwesta xwe nişan bide.”   Meqbûle wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Tecrîda ku li Rêberê me tê kirin li me tê kirin, ew zilm û îşkenceya ku li Rêber Apo tê kirin li me tevan tê kirin. Tu mafê dijmin nîne ku îro Serokê me girtiye û xistiye bin tecrîda girankirî. Em li peye serokê xwe ne heta dilopa xwîna xwe ya dawî.”