‘Em ê pêşeroja xwe bi zimanê xwe bidin avakirin’ 2020-09-06 09:07:33   Sara Şêx Hesen   HELEB - Rêvebera Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Rojîn Qelender diyar kir ku ji bo sala nû ya xwendinê amedekariyan dikin û got: “ Em niha li taxê 2 dibistanan heyî temîr dikin. Armanca me ew e ku em perwerdeyeke rast di dibistanan de bidin zarokan. Ji ber ku zarok pêşeroja civakê ye.”   Her sal ji bo ku sala nû ya xwendinê xurtir be Komîteya Perwedeya Civaka Demoqratîk (KPC-D) her tim di nava xebatê de ye. Li Helebê îsal ji bo vekirina dibistana gelek amedekarî hatin kirin û di taxa Şêx Meqsûd de du dibistanê nû tên amadekirin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Rojîn Qelender ji ajansa me re axivî.   ‘Em ê li taxê 2 dibistanên nû vekin’    Di destpêka axaftina xwe de Rojîn bal kişand li ser amedekariya ji bo sala nû ya xwendinê û wiha got: “Demsala havînê ji bo me weke KPC’ê  dibe pêvajoya amadekariyên di aliyê perwerdekirina mamosteyan de û tamîrkirina dibistanan.  Li ser vî esasî em jî weke KPC’ê li Helebê me hin xebatên xwe dane meşandin. Di aliyê perwerdeyê de hemû mamosteyên me ser biranş û meteryalên sala xwendinê ya nû hatin perwerdekirin. Her wiha di aliyê bîrdozî û zanistî de jî mamosteyan perwerdeyên xwe dîtin û bi rengekî serkeftî derbas bû. Ji bo asta şagirtên me xurt bin, pêwist e mamoste baş bên amadekirin. Niha jî em du dibistanên nû li taxa şêx Meqsûd tamîr dikin û amade dikin. Amedekariyên me êdî ber bi dawiyê ve diçe û wê di demeke nêz de şagirtan pêşwazî bike. “    ‘Zarok pêşeroja civakê ye’    Di berdewamiya axaftina xwe de Rojîn destnîşan kir ku ji bo dibistana şehîd Qehreman hin gavên nû tên avêtin û wiha pê de çû: “Ji xwe dibistana şehîd Qehreman par dibistaneke seretayî û navî bû, îsal gavek nû tê avêtin ev dibistan wê bibe dibistaneke xwendekarên amadehiyê. Di dibistana Şehîd Qehreman de tenê meteriyalên kurdî tên dayîn. Niha jî me dest bi tomarkirina navê şagirtan kiriye. Em dixwazin di vê pêvajoyê de xwedî li hebûna zimanê xwe derbikevin. Divê zarokên me bi zimanê xwe bixwînin, ji ber zarok pêşeroja civaka me ne.”   ‘Pêşeroja me di hebûna zimanê me de ye’   Di dawiya axaftina xwe de Rojîn bang li hemû gel kir ku xwedî li pêşeroja zarokên xwe derbikevin û wiha bi dawî kir: “Divê hemû gel zarokên xwe rêkin dibistanan, nebin asteng li pêşiya zarokan û pêşeroja wan. Ji bo zarokan û belavbûna vîrûsa koronayê jî, me tedbîrên baş ji bo tenduristiya zarokan girtine. Pêwist e em bi zimanê xwe bixwînin. Pêşeroja me di hebûna zimanê me de ye.”