ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-06 09:00:00   *Endama Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya herêma Firatê Fewze Ebdî diyar kir ku ketina hêzên desthiladar di nava axa Sûriyeyê de gelek bandorên neyinî çêkir got: "Siyaseta hemû dewletên desthiladar li Sûriyeyê tê meşandin siyaseteke çewte û wisa kir ku aloziya Sûriyeyê vegere qeyranekî mezin." BI DÎMEN    *Mala Çand û Hunerê ya Dîclê yê piştî demek dirêj niha carek din dest bi perwerdeye tembûr, wêne kêşî, wêne xêzî, erbane û gitarê dike. BI DÎMEN   *Jinên ku di Desteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê de cih digirin di derbarê çandiniyê de nêrîn wiha anîn ziman: “Di aliyê çandiniyê de dema erd baş neyê avdan û gubreya wê neyê dayîn em nikarin sûdê jê wergirin. Bangawaziya me ji rêxistinên mafê mirovan heye da ku vê dorpeça li ser herêmê rakin û em bikarin ku çandiyê bikin." BI DÎMEN   *Amîne Gunduz a ku karê firotina cil û bergên kurdî dike got: “Car caran jinên ciwan tên cem min û dixwazin bixebitin lê ji ber derfetên min ên aborî têrî nakin nikarim wan tevlî kar bikim. Lê heke ez hîn pêş bikevim ji bo jinan dixwazim karên bi wî awayî mezin bikim.” BI DÎMEN    *Rêvebera Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Rojîn Qelender diyar kir ku ji bo sala nû ya xwendinê amedekariyan dikin û got: “ Em niha li taxê 2 dibistanan heyî temîr dikin. Armanca me ew e ku em perwerdeyeke rast di dibistanan de bidin zarokan. Ji ber ku zarok pêşeroja civakê ye.” BI DÎMEN    *Delal Ozkan ya bi çêkirina nanê tenûrê debara xwe dike li malbata xwe ya ji 9 kesî pêk tê dinêre. Delalê got ji ber krîza aborî zarokên wê kar nabînin û got ew jiyanek baştir dixwaze. BI DÎMEN    *Tuşbayê Ayşe Mînaz ku radestê peywira wê ya endamtiya meclîsa Şaredariya Tuşbayê hat kirin wiha got: “Roj dê bê dem biguhere, wê ew biçin. Xwediyê wê şaredariyê gelê Tuşbayê ye.” BI DÎMEN    *Fadîme Baran ya di pevçûnekê de kurê xwe Baran yê HPG’î winda kir, piştî vê bû hedef. Fadîme sê caran hat binçavkirin û der barê wê de 8 doz hatin vekirin. Fadîme li dijî zextan têdikoşe. BI DÎMEN    * Hasret Bahdir ya bi salane bi paqijkirin gûzan debara xwe dike, bi pereyê qezenc dike sê zarokên xwe yên li girtîgehê dinêre. Yekane daxwaza Hasretê eve ku zarokên wê azad bibin û vegera ser axa xwe. BI DÎMEN    *Dayika Xeyriye Demîr a  li gundê Fîsê yê Licê ku xaniyê wan û herî  dawî jî konê wan ji aliyê candarmeyan û zabiteyan ve hat hilweşandin got, “Ev 40 sale em ava dikin û ew jî xira dikin. Di salên 90’î de jî ji ber kurdbûna  me em neçarê koçberiyê kirin û îro jî bi heman awayî dixwazin me ji Fîsê derxîn. Ez dev ji gundê xwe bernadim û vê zilmê qebûl nakim.” DÎMEN HEYE