Dayikên Şemiyê: Têkoşîna me ya hiqûqê dê bidome 2020-09-05 15:12:57   STENBOL - Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” di hefteya 806’emîn de çalakiya xwe li ser hesabên medya civakî pêk anîn û aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn.    Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” di hefteya 806’emîn de çalakiya xwe ji ber virûsa koronayê (Covîd-19) li ser hesabên medya civakî domand. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Kenan Bîlgîn (35) ê di 12’yê Îlona 1994’an de li Dîkmena Enqereyê ji aliyê polîsên ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat wergirtin pirsîn.    Di daxuyaniya hat dayîn de ewilî birayê Kenan Bîlgîn, Îrfan Bîlgîn axivî û got: “Di salên 1990’î de bi awayek sîstematîk îşkence û windakirin dihat kirin û birayê min di encama tundiya sîstematîk de hat windakirin. Serlêdanên me ên ji bo dîtina kekê min hemû bêencam man. Di dosyeya birayê min de li gel ku her tişt eşkere û zelal e jî ser dosyeyê hatiye girtin. Di dosyeyê de her cûre agahî û belge hene. DMME’yê jî div î warî de Tirkiyê mehkûm kir. Em jî dibêjin heta nefesa xwe ya dawî em ê ji dewletê hesab bixwazin. Wê dosye li ser daxwaza wan neyê girtin. Ji bo dosye were girtin divê kujeran derxin holê.”    Piştî Bîlgîn, Cavît Nacî Tarhan ê bi Kenan Bîlgîn re hatibû binçavkirin wiha axivî: “Ji bo vegotina tiştên min dît û bûme şahid peywîrek mirovî ye. Ez şahidim û bila her kes guh bide min.” Parêzer Kamîl Tekînsurek jî derbarê dosyeyê de agahî dan û got têkoşîna wan a hiqûqî didome.    Daxuyaniya hefteyê ji Mirovên Şemiyê Rêzan Karaman xwend û derbarê windakirina Kenan Bîlgîn de agahî da. Rêzan got li gorî vegotina şahidan Kenan Bîlgîn hatiye îşkencekirin û windakirin. Rêzan da zanîn ku tevî hemû hewldana têkoşîna hiqûqî ya malbatê jî û li gel her tişt di dosyeyê de eşkere ye jî dadgehê ser dosyeyê girtiye. Rêzan got her çiqas DMME’yê Tirkiyê mehkûm kiribe jî lê dîsa jî ne aqûbeta Kenan hat eşkerekirin û ne jî kujer hatin darizandin. Rêzan bi boneya salvegera 26’emîn a windakirina Kenan, bang li rayedaran kir û got: “Ji bo lêpirsîna û dîtina kujeran pêwîste rayedar bikevin tevgerê û wezîfeya xwe bicih bînin.”