Li Şehbayê kiryarên li dijî jinan hatin şermezarkirin 2020-09-05 15:02:32   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê û  Yekîtiya Jinên Êzidî ya Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta tirk a li hemberî Efrînê  şermezar kirin û gotin: “Banga me ji bo tevahî rêxistinên navnetewî û hiqûqî heye ku kiryarên dewleta tirk bi dawî bikin.”   Roj bi roj li herêmên dagirkirî jin bi kiryarên hovane re rûbirû diminin. Têkildarî vê yekê Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê li kampa Serdem û her wiha di heman demê de Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Herêma Efrînê li navenda Yekîtiya Êzidiyan a Kantona Şehbayê daxuyanî dan.   Daxuyaniya Rêxistina Kongreya Star ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Elîf Şêx Mihemed ve hate xwendin. Her wiha daxuyaniya Yekîtiya Jinên Êzidî jî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Êzidî Orîvan Mehen ve hate xwendin.    Jinan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Ji destpêka dîrokê de jin di avakirina civakê de û parastina nirxên mirovî xwediye roleke pir girîng bû. Bi derketina zîhniyeta paşverûtî re xwastin ku rola jinê her bişkînin. Piştî dagirkeriya dewleta tirk ji bajarê Efrînê re, êdî jin bi kuştin, revandin û îşkencekirinê re rûbirû dimînin.  Dewleta tirk bi dagirkirina Efrînê re, ew herêm kir cihê teror û çeteyan. Bi hebûna çeteyan re êdî hemû rengên jiyanê li wê de rê hatiye rawestandin. Sûcên ku dewleta tirk di Efrînê de kirine, pêwist e ji aliye rêxistinên mafê mirovan ve bê ceza kirin.   Jinên Efrînê îradeya hemû jinên cîhanê temsîl dike, ji bo wê pêwist e dengeyên jinên cîhanê li hember van kiryaran bilind bibe. Dewleta tirk azadî, demokrasî û wekheviyê qebûlnake her tim nakokiyan derdixe û dozên jinan bin pê dike.     Em weke jin banga me ji bo tevahî rêxistinên navnetewî û hiqûqî heye ku kiryarên dewleta tirk di derheqê jinan de bi dawî bikin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî”,” Na ji qetîlkirina jinan re" bi dawî bû.