Komxebata Şerê Taybet di roja duyemîn de didome 2020-09-05 14:55:42   KOBANÊ - Di roja 2’yem a Komxebata Akademiyên Civaka Demokratîk de li ser şerê taybet û bandora wê ya li ser civakê tê nîqaşkirin. Bi taybetî beşdervanên jin li ser rewşa civakî, bandora şerê taybet a li ser jin û ciwanan rawestiyan.     Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê komxebatek li ser şerê taybet li dar xist. Di komxebatê de nûnerên hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yên weki bijîşk, parêzer, endezyar û siyasetmedar beşdar bûn. Hola komxebatê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û wêneyên Akedemiya Civaka Demokratîk hatibû xemilandin. Komxebata di roja xwe ya duyem de nîqaşên xwe domandin.    Li gor bernameya roja duyem îro mijarên wekî bandora şerê taybet a li ser civakê, sûd wergirtina ji rengbûna qadan, rewşa jin û ciwanan a wekî amûra şer tê bikaranîn û herî dawiyê jî li ser çareseriyê guftogoh tên kirin.   ‘Bi pîvanên civakê tê lîstin’   Mijara yekemîn ku li ser bandora şerê taybet li ser civakê ye, ji aliyê hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê Leyla Ebdo ve wiha hat nirxandin. Leyla mijar wiha nirxandin: "Şerê taybet di bingehê xwe de civakan aramanc digire. Bi rê û rêbazên cuda civakan li gorî berjewendiyên xwe diguherîne ku bighêje asta xeniqîn û koletiyê. Ji bo pêkanîna van xalan, bi exlaq, nirx û pîvanên civakê tê lîstin. Hinek ji encamên şerê taybet ku di nava civaka me de derketin îxaneta hevjînî, qetilkirin, xwe kuştin, tacîz, tecawiz, zewicandina di temenê biçûk de û sîxortiya ji dijmin re."    'Divê ku di demek nêz de çareserî were dîtin'   Hevseroka Meclîsa Edaletê ya herêma Firatê Nesra Xelîl jî hinek mijarên dijqanûnî ku qewimîne anî ziman û got: "Divê ku hemû saziyên pêwendîdar bi pirsgirêkên civakî re mijûl bibin da ku em bighêjin çareseriyê. Piştî qewimîna ewqas bûyer êdî dem dema çareseriyê ye. Li cem me edaletê rêjeya diziyê gihîştiye asteke bilind, her wiha vexwarina madeyên hişbirê jî heman tişt e. Divê ku ev xal ji hemû aliyên xwe ve baş werin şirove kirin. Pêwîste em hemû sazî û rêxistin bi van mijaran re mijûl bibin. Bi taybet tenduristî, çapemenî, ciwan û edalet zêdetir mijûl bibin û bi erka xwe rabin. Ji ber ku li rex hebûna hemû zagonana, dîsa jî ev pirsgirêk diqewimin. Loma pêdiviya me bi kar anîna zagonan jî heye û dîtina çareseriyên civakî weke vekirina navendên derûnî û zindîkirina hineke orf û adetan. Ev xalên ku me behsa wan kir dibin zemînê rûdana cînayetên qetilkirin û xwe kuştin e. Ji ber vê girîng e ku em di deme nêzik de çareseriyên bi bandor bibînin."   'Divê sûc û şaştî werin eşkerekirin’    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê Ferza Xelîl jî wiha got: "Divê ku em di destpêkê de hevrûkirinekê çêkin ka civaka me beriya şoreşê û piştî şoreşê çawa ye. Beriya şoreşa Rojava bûyerên wiha zêdetirbûn, lê hemû jî bi rengekî veşartî bûn. Niha piştî şoreşê her tişt êdî eşkere ye. Pirsgirêka sereke ew e ku em her tim dibêjin taybetmendiyên Kobanê yên eşîrî, olî û hwd. hene. Lê divê ku em vê mijarê derbas bikin. Divê êdî pirsgirêk eşkere bibin da ku werin çareserkirin. Rêjîma Baasê ev rêbaz bi kar dianî, çi pirsgirêk çêdibû vedişart heta ku civak dighêşt asta xetimandinê. Loma gelê Kobanê gelek caran dogmatik nêzik dibin. Ji bo vê divê ku em weke gelê herêma Firatê şoreşê baş bi kar bînin ku em gavên bîrdozî yên mezin bavêjin. Pêşketin hene, lê pêwîste ku em zêdetir bixebitin."   ‘Dijmin planên xwe bi rêya ciwanan pêk tîne’   Mijara duyemîn ku li ser bandora şerê taybet li ser jin û ciwanan ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl ve wiha hat şîrovekirin û wiha hat gotin: "Hêzên hegomonîk ji bo ku desthilatdariya xwe bi bandor bike, jin û ciwanan herî zêde bi kar tîne. Ciwan û jin herî zêde bandora xwe li civakê dike. Ciwan hêza herî girîng bi enerjî, bandor û dînamîk yê civakê ye. Loma dema ciwan werin dîlgirtin, tê wateya civak tevahî tên dîlgirtin. Dewlet şerê taybet bi awayekî zirav li hember ciwanan bi kar tîne. Lîberalîzmê weke waneyeke sereke dide pêş ku di bin navê azadiya takekesî teşwîqî jiyana bi tenê û ez, eziyê dikin. Dewlet civakê dixe nava çerxa kaptalîzmê û dizivirîne. Di bin navê azadî û modernîteyê de, ciwanan daduqirtîne, mêjî û rihê wan dike mulkê xwe. Her wiha bi riya medyayên civakî ajoyên zayendî zêdekirin, teşwîqkirina fihuşê,  rewakirina zewaca temenê biçûk dike. Mînaka van hemûyan şerê taybet ku dewlet tirk li dijî ciwanên herêma me bi kar tîne. Ciwanan weke artêşeke ji mîtan ku sîxurtiyê ji Tirkiyê re bikin, welat û gelê xwe bifroşin dike."   'Hişmendiya baviksalarî hebûnê tune dike’    Mizgînê di axaftina xwe de behsa êrîşên li ser jinan kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Pergala zayendperest û baviksalarî bi tunekirin, berovajîkirina rastiya jin û kolekirina wê dest bi rêxstinkirina pergala xwe kiriye. Vê pergalê xwestiye jinan bê bîr, nirx, bandor û hebûn bike. Jin ji rastiya xwe hatiye durkirin ku li ser bedena wê bazar tê kirin. Li ser cewherê wê lîstok tên meşandin. Di roja îro de şerê taybet bi awayekî pir xurt damarên xwe berdane nava civakê. Bi riya medyayên civakî û kevneşopiyên di destên desthilatdaran de hatine pêşxistin, dibêjin ku jin tenê ya mal, makîneya anîna zarokan û xizmetkara zilam e. Heke jin van sînoran derbas bike, wê demê êdî wê jineke ne baş tê dîtin û pênase kirin, li gor hişmendiya civakê ew jin hemû nirx û pîvanên eşîra xwe binpê kiriye. Ji ber vê encama ku em gihîştine, ev bûyer hemû girêdayî zihniyeta baviksalar ya ku hebûna jin, hebûna jiyana rast tune bike. Loma divê ku em di hemû qadan de têkoşîn bikin. Pêwîste ku têkoşîna jinan xwe bispêre bingehekî zanist ku şerê taybet rawestîne û jiyaneke wekhev misoger bibe."   'Divê mijara sîxoriyê were çareserkirin'   Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Cîhan Derwîş wiha axivî: "Ev şerê taybet ku çend sal in tê meşandin, li dijî hemû civakê ye. Her beşek para xwe ji êrîşan bi rengekî cuda digre. Lê herî zêde jin tê hedef girtin ku fîzik, fikir û hebûna wê bi rêbazên cuda tên bi karanîn. Her wiha ciwan ji aliyê hêz û enerjiyê ve tên bi kar anîn. Mixabin ku ciwanên me bi van polîtîkayan tên xapandin û ji bo dijminê xwe dixebitin. Ev tişt nayê qebûlkirin û divê ku em rengekî lezgîn vê mijarê çareser bikin."   'Çareserî di pratîk, wijdan û zanebûnê de ye'   Endama Rêveberiya Jineolojiyê Narîn Temo nêrîna xwe wiha anî ziman: "Gel li dijî zagonên jin û xistina zextên li ser jin di sûtiyê mêr de, bertekek gelek hişk didin nîşan dan. Mijara qetilkirin û xwe kuştina jinan ya li Kobanê cihê şermê ye. Li gor min çareserî ne bi dirûşma û zagon divê bi rêveberiyan bê çareserkirin.  Çareserî di pratîk, wijdan û zanebûnê de ye. Tu jin dawî li jiyana xwe nayne heta ku bi giranî zextê jiyan neke. Loma ji me her kesî tê xwestin ku em ji kesayet û malbata xwe dest pê bikin."   Komxebat bi nîqaşan didome.