3 malbat 3 car in bê avahî dimînin 2020-09-05 11:18:01   AMED - Li gundê Fîsê ya Licêyê avahiya 3 malbatan bi hinceta rê tê çêkirin hatin xirakirin. Niha konê ku hatiye vedan tê xirakirin.    Li gundê Fîsê ya navçeya Lîceya Amedê avahiya 3 malbatan 2 caran bi hinceta rê tê çêkirinê hat xirakirin. Dema xanî tê xirakirin jî ji malbatê 4 kes tên binçavkirin. Malbat cara sêyem li deştê kon vedan. Niha jî bi hinceta ku tapû nîne dixwazin konê ji holê rakin.    Yek ji wan malbatan malbata Xeyriye Demîr Turkekul a ku gelek caran rastî gefan hatiye. Xeyriye beriya 2 mehan hatibu binçavkirin. Xeyriye ji bo kon neyê xirakirin li ber xwe dide. Tiştên ku di konê de heye naxwaze derxe.    Leşker û zabitayên ku girêdayî Şaredariya Lîcê ya ku qeyûm hatî tayîn kirin bi maşîneyên zirxî dora konê dorpêç kirine.  Her wiha qad ji hela droneyan tê şopandin.    Xeyriye niha di nava hewldanê de ku kon neyê xirakirin.