Leyla Ravend a Îranî: Girtiyên jin bi tecawizê re rûbirû dimînin 2020-09-05 09:07:45   WAN - Aktîvîsta mafê mirovan û rojnameger Leyla Ravand ya li Îranê hat girtin û rastî îşkencê hat diyar kir ku li Îranê li hember jinan her cureyê sûc tê kirin û li ser kurdan zêdetir zext hene. Leylayê balkişand ser rewşa girtîgehan û daxuyakirin ku jin beriya bên darvekirin jî bi tecawizê re rûbirû dimînin.    Leyla Ravend (37) ya li bajarê Merîvan a Îranê hat dinê, ji ber faliyetên rojnamegerî û parêzvaniya mafê mirovan hat girtin. Leyla ku bi bebeka xwe ya ku hîna yek salî nebibû, du mehan di hucreyê dema û ji ber zext û îşkenca lê hat kirin neçar man koçî Wanê bike. Leylayê bi lêv ki ku wek wê gelek jin rastî îşkence û tecawizê tên û tiştên ku li Îranê tê serê jinan vegot.   ‘Li gel zaroka min îşkence li min kirin’   Leylayê destnîşan kir ku ji ber ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi jinan re hatiye gel hev hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne av ne jî xwarin bi rêk û pêk didan. Dema min tiştek dixwest digot tu sûcdarî û nedida. Zaroka min pirsgirêkên mezin jiya. Dem bi dem zaroka min dibirin û min nizanibû didin ku. Ligel zaroka min şîdet li min dikirin. Dema şîdet dikirin jî çavê min digirtin. Min ji dengê wan fêm dikir ku mêr in. Sê caran ez ji ser hişê xwe çûm. Sûcê ku min nekiribû digotin divê tu bêjî ku min kiriye. Qet sûcê min tunebû. Yekane sûcê min kurdbûn bû. Wê demê hevjînê min jî hat girtin. 6 salan di girtî gehê de mam piştre bi destûr derketim. Ji ber îşkenceyan min koç kir.”   ‘Jinên li girtîgehê bi tecawizê re rûbirû diman’    Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku girtiyên siyasî du kat rastî şîdet û zextê dihatin û wiha pê de çû: “Girtiyên siyasî bi tecawizê re rûbirû diman. Her wiha jinên ciwan jî beriya bên darvekirin bi tecawizê re rûbirû diman. Tu sûcê Zehra Muhammedî tunebû. Mamosteya zimanê kurdî bû. Dersa kurdî dida û 10 sal ceza lê hat birîn.Wek Zehrayê bi hezaran jinên kurd hebûn. Li Îranê li hember jinan her cureyê sûc dihat kirin, hele ku kurd be du kat dibû. Jinên koletî qebûl nekirin, dengê xwe derdixistin dihatin girtin. Yên li dijî girtinan jî deng derxistina dihatin girtin.”   ‘Mêr xwe xwediyê jinan dibînin’   Leylayê anî ziman ku qanûnên Îranê her cureyê rayeyê dida mêr û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Îranê rewşa jinan zehmet bû. Beyî destûra mêrê pê re zewicî nikarin tu gavê bavêjin. Heta dê û bav jî bimire, gel hevjînê wan destûr nedin nikarin biçin şînê jî. Qanûnên Îranê rayeyê de dê, bav, malbatê ku jinê bikuje. Malbat û mêran wek xwediyê jinan dibînin. Serdana jineke rastî şîdetê hatiye, bi mijarên jinê re elederbûn, pêkanîna civînan qedexeye. Alîkariya bo jinekê, li dijî zewaca zarokan têkoşîn, faliyeta siyasî tê dîtin.”   ‘Ji bo bibim dengê jinan min rojnamegerî kir’   Leylayê dawiya axaftina xwe de dîsa balkişand ser zextên li ser jinan yên li Îranê û wiha dawî lê anî: “Min dengê xwe derxist, ji bo bibin dengê jinan min rojnamegerî kir. Jin rastî tecawizê tê û sedema vê mêre. Divê hîn bêtir deng bê derxistin. Ger hemû jin dengê xwe derbixin wê şîdet jî bidawî be.”