'Divê qetîlê Hevrîn Xelef û hevkarên wî werin darizandin' 2020-09-05 09:05:20   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Hevseroka Meclîsa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl di derbarê qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef de wiha got: "Delîlên derbarê qetilkirina Hevrîn Xelef a ji aliyê dewleta tirk ve zede bûn. Derbarê mijarê de divê sazî û rêxstinên mafên mirovan, dadgehên navneteweyî û aliyên xwedî helwest bi erka xwe rabin û bêdeng nemînin."   Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12'yê Cotmeha 2019'an de ji aliyê komeke  girêdayî dewleta tirk ve li ser riya M4’ê bi awayekî hovane hat qetilkirin. Piştî salekê ji rûdana bûyerê, agahiyên nû hatin parvekirin. Hat diyarkirin  ku kujerê Hevrîn Xelef niha li Serêkaniyê ye û xwe weke çalakvanekî sivîl dide naskirin. Ev kes Ehmed Îhsan Feyad El-Hayis ê  ku bi navê Ebû Hatim Şeqra tê nas kirin e û bi eslê xw ji gundê Şeqra yê Rojavayê Dêrezorê ye. Ev kes di heman deme de Fermandarê Giştî yê Hêza Ehrar El-Şerqî ya ku mezintirîn hêza çekdarî ya ji aliyê dewleta tirk ve tê destek kirin e.  Di vê çarçoveyê de  Hevseroka Meclîsa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl, derbarê mijarê de nirxandin kir û diyar kir ku Ebû Hatim Şeqra li rex hemû qetlîamên ku pêk anîne, di sala 2018'an de bi hinek fermandarên Artêşa Wetenî re bi serok komarê dewleta tirk Erdogan re jî hevdîtin kiriye.   'Hevrîn û gelek kesên din bi heman rêbazî hatin qetilkirin'   Nesrayê di despêka axaftina xwe de bûyera qetilkirina Hevrîn Xelef bi bîr anî û wiha got: "Di Cotmeha 2019'an de ji ber êrîşên dewleta tirk gelek bûyerên bi êş û giran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qewimîn.  Siyasetmedar û pêşengeke civakê, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyaya Pêşerojê Hevrîn Xelef  di encama êrîşeke hovane ya çeteyên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da. Hevrîn ji herêma Cizîrê ber bi Reqayê ve diçû  ku xebata xwe bimeşîne. Di wê navberê de çeteyên dewleta tirk ku xwe weke Artêşa Wetenî didin naskirin, ew şopand û kemîn li pêşya wê danî. Leşkerên tirk bi awayek hovane gule li Hevrînê reşandin, pişt re êrîşî bedena wê kirin û  qetil kirin . Leşkerên tirk bi van çeteyan re bi heman rêbazên derveyî mirovî li ser bedena gelek welatiyên heman pêkanîn kirine."    'Ev kiryar wkî cînayetên şer hatin pênasekirin'   Nesrayê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên dewleta tirk û wiha domand: "Ji aliyê qanûnên herêmî û navneteweyî ev kiryar weke cînayetên şer hatin pênasekirin. Delîlên vê kuştinê jî di destên me de ne.  Ji ber ku çeteyan dîmenê  qetilkirina Hevrîn Xelef û 9 kesên din kişandin û li ser medya civakî parve kirin. Piştî wê bûyerê, di medyaya civakî ya tirk de û bi taybet rojnameya Yeni Şefeq ku nêzî AKP`ê ye nûçeyek hat belavkirin ku dihat gotin "Di çalakiyeke serkeftî de terorîsteke jin hat qetilkirin". Lê di rastiyê de Hevrîn Xelef çalakvaneke siyasî û aştîxwaz bû. Wê tenê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî têkoşên û xebat dida meşandin. Vê bûyerê ji cîhanê tevahî re da xûyakirin ku kiryarên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qetilkirin, revandin, koçberî, dagirkirin û talankirina mal û milkên gel, cînayetên şerin."    'Kujerê Hevrînê bi dewlet tirk re pêywendîdar e'   Nesreyê di dirêjiyayiya axaftina xwe de diyar kir ku kujerê Hevrînê bi dewleta tirk re pêywendîdar e û wiha pê de çû: "Piştî nêzî salekê ji rûdana bûyerê, di wêneyekî de eşkere bû ku kesê destê wî di qetilkirina Hevrîn Xelef de heye, heta niha li Serêkaniye ya ku ji aliyê dewleta tirk ve dagirkirî ye dijî û bi awayekî serbest digere. Navê wî Ebû Hatim Şeqra ye ku ji bilî qetilkirina Hevrîn Xelef, gelek kesên din jî kuştine. Her wiha ev kes bi serokê dewleta tirk Erdogan re jî bi awayekî taybet rûniştiye. Ev yek hevkariya  dewleta tirk a bi van terorîstan re teqez dike. Ji ber vê ye ku piştî qewimîna wê bûyerê, civaka navneteweyî helwesteke ber bi çav nîşan da û  bûyer şermezar kir. Divê niha jî heman tiştî bikin. Ji ber di dema ku şer di navbera du hêzan de rû dide, divê bi taybet sivîl werin parastin û zirar neghê wan. Lê heger sivîl bi zanebûn û awayekî hovane ji aliyê  komeke çekdar ve werin qetilkirin, ew cînayet weke sucên şer tên pênasekirin."    'Divê her kes bi erka xwe rabe'   Nesra di dawiya axaftina xwe de banga darizandina kujer û hevkarên wî kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li dijî van hemû kiryar, suc û kuştinên diqewimin divê ku dadgeh, rêxstin, saziyên parastina mafên mirovan dikin û yên edaleta navnetewî bi erk û misyona xwe rabin. Ji ber ku ew bi vê armancê hatine avakirin. Heger ev alî bi erka xwe ranebin û kesên berpirsiyar ceza nekin, ev yek bi xwe jî cinayet e. Li ser vî bingehî bang û daxwaza me ji sazî û rêxstinên mafên mirovan, dadegehên navnetewî û aliyên ku di dema qetilkirina Hevrîn Xelef de helwest nîşan dan re ye ku piştî zêdebûna delîlên di destên me de, bertekên cidî  nişan bidin û her kes bi erka xwe ya sereke rabe ku edalet bi ser keve."