‘Tirkiye rêgezên Hevpeymana Stenbolê bin pê dike’ 2020-09-05 09:03:10   Rûperîn Bekir    ŞEHBA - Parêzer Nerîman Hisên bal kişand ser tundiya li hemberî jinê ya ku li Tirkiyeyê pêk tê û got: “Dewleta tirk rêgezên hevpeymana Stenbolê bin pê dike. Ligel vê ji kiryar û tundiya li hemberî jinê her roj zêde dibe.    Li Tirkiyeyê demek dirêje li ser betalkirina Hevpeymana Stenbolê nîqaş tên kirin. Ji ber ku li Tirkiyeyê bi tu awayî darizandinekî edîlane pêk nayê û ev tişt jî dibe sedema zêdebûna kuştina jinan. Di sala 2011'an de Tirkiye Hevpeymana Stenbolê îmze kiribû û sala 2014'an de ev hevpeyman xistibû meriyete. Têkildarî mijarê parêzer Nerîman Hisên nêrînê xwe anî ziman.    'Li hemberî mafên jinan rêzdar nîne’    Nerîman di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevpeymanê û got: "Hevpeymana Stenbolê ya ku di sala 2011'an de ji aliyê gelek dewletan ve hatibû îmzekirin, destnîşanî parastina mafê jin dikir. Di hevpeymanê de gelek xalên bingihîn yên weke rakirina tundiyê, pişgirî dayîna jinan û parastina wan ji hemû cureyên qetîlkirin, tecawîz û îşkenceyê hene. Piştî 10 salan dewleta tirk niha dixwaze hevpeymanê betal bike. Dewleta tirk tu rêzdariyê ji mafê jinan re nagire."   'Tirkiyê rêgezên hevpeymanê pêk ne anî'    Nerîman di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tundiya ku dewleta tirk ser jinan pêk tîne û ev tişt got: "Piştî ku dewleta tirk biryara vekişînê ji Hevpeymana Stenbolê da, ev yek rastî nerazîbûna gelek jinan hat. Jin daketin qadan û ji bo daxwaza mafê xwe helwestên xwe nişandan. Ev nerazîbûn jî hişt ku gelek jin bên girtîn û binçavkirin. Tirkiyê armanc û rêgezên hevpeymanê pêk ne anî."    'Li Tirkiyê mafê jinan tê binpêkirin'   Nerîman da zanîn ku her tim dewleta tirk azadî û jiyana kesên ku daxwaza mafê xwe ya rewa û jiyanek bi rûmet kirine binpêkiriye û wiha bi lêv kir: “Bi sedan siyasetmedar, parêzerên jin û mêr  ku jiyanek bi rûmet xwestine niha girtî ne. Kesên girtî jî tu dadmendiyeke adil ji bo wan nayê peşkeşkirin. Tevî ku li Tirkiyeyê ew qas rêxistinê parastina mafê mirovan hene, lê vîna mirovan tê çewsandin. Her wiha parêzer Ebrû Tîmtîk ya ku ji bo dadmendiyeke adilane dixwest  jiyana xwe ji dest da."   'Bi qetîlkirina jinê, jiyanê qetîl dikin'   Nerîman di dawiyê de got ku ne tenê li Tirkiyê her wiha li tevahî herêmên ku di  bin dagirkeriya dewleta tirk de ne jin bi kiryaran re rûbirû tên û wiha bi dawî kir: "Dewleta tirk jinê qetîl dike, bi qetîlkirina jinê re jiyanê jî qetîl dike. Em bang li tevahî rêxistinên mafê mirovan û Rêxistinên bi wîjdan dikin ku pêşî li kiryarên dewleta tirk derheqê jinan de bigre û dadmendiyeke bi edalet ji bo girtiyan bê çêkirin."