ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-05 09:00:00   * Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn ji bo zivistanê dest bi amadekariyan kirin û yek jî wan jinan Meryem Îbrahîm e. Meryem bal kişand ser kare ku dike û got: “Amadekariyên zivistanê zehmet lê bi bereket e. Em her sal vî karî dikin.” BI DÎMEN   * Parêzer Nerîman Hisên bal kişand ser tundiya li hemberî jinê ya ku li Tirkiyeyê pêk tê û got: “Dewleta tirk rêgezên hevpeymana Stenbolê bin pê dike. Ligel vê ji kiryar û tundiya li hemberî jinê her roj zêde dibe. BI DÎMEN    * Li bajarokê Erebanê yê navçeya Hezexê Mûzeyyen a ku li baxçe û bostanan hilberînê dike diyar kir ku divê her kes li axa xwe xwedî dere û hilberîneke xwezayî bike. BI DÎMEN    *Hevseroka Meclîsa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl di derbarê qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef de wiha got: "Delîlên derbarê qetilkirina Hevrîn Xelef a ji aliyê dewleta tirk ve zede bûn. Derbarê mijarê de divê sazî û rêxstinên mafên mirovan, dadgehên navneteweyî û aliyên xwedî helwest bi erka xwe rabin û bêdeng nemînin." BI DÎMEN    * Şêniyên li Êlihê bertek nîşanî serbest berdana Mûsa Orhan da û gotin: “Dema mijar dibe kurd û Kurdistan qanûn jî diguherin. Êdî edalet namaye û lê jin bi avakirina yekitiyê dikarin li dijî wan kiryaran bisekînin.” BI DÎMEN    *Jinên karkerên çandiniyê ku ji bo debara xwe bikin di bin germahiya Çukurovayê de têkoşîna jiyanê didin, li konan jiyanek bê av derbas dikin û diyar dikin ku ger kar hebûna çima ew e li vir buna. Jinên ku kedek mezin didin jî beramberê keda xwe nagirin.  BI DÎMEN   * Aktîvîsta mafê mirovan û rojnameger Leyla Ravand ya li Îranê hat girtin û rastî îşkencê hat diyar kir ku li Îranê li hember jinan her cureyê sûc tê kirin û li ser kurdan zêdetir zext hene. Leylayê balkişand ser rewşa girtîgehan û daxuyakirin ku jin beriya bên darvekirin jî bi tecawizê re rûbirû dimînin. BI DÎMEN