Komxebat bi nîqaşan di roja yekê de bi dawî bû 2020-09-04 16:06:59   KOBANÊ - Komxebata Akedimiya Civaka Demokratîk a li dijî pêkanînên şerê taybet yên weke: Sîxûrî, fihûş û madeyên hişbirê, bi nîqaşên dewlement hat meşandin.   Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê komxebatek li ser şerê taybet li darxist. Di komxebatê de nûnerên hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yên weki bijîşk, parêzer, endizyar û siyasetmedar beşdar bûn. Hola komxebatê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û wêneyên Akedemiya Civaka Demokratîk hatibû xemilandin. Piştî xwendina belgeye peyamên, Fermandarên giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)'e Mezlûm Ebdî di derbarê şerê taybet de ku mirov xwe çawa ji vî şerî biparêze hatin guhdarkirin. Paşê gelek nîqaş ji aliyê beşdarvanan ve li ser van mijaran hat kirin.   'Divê em bi şêweyekî teng li şerê taybet temaşe nekin'   Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen nêrîna xwe di derbarê şerê taybet de anî ziman û wiha got: "Ji sala 2013'an heta roja îro şerê taybet xwe bi şêweyên cur bi cur di nava civakê de belav dike. Em dikarin bi rêya perwerdeyan gel û ciwanan hişyar bikin. Dema ku em van semîneran ji civaka xwe re amede nekin û rê li pêşiya vî şerê taybet negrin wê hîna pisgirêkên mezin derkevin holê û bandora xwe li ser civakê bikin. Divê di hundir akademiyan de kesên pispor perwedeyan bidin. Her wiha ji bo dibistanan jî pêwîst e beşên psîkolojiyê bên avakirin, ji ber ku herî zede yên ji şer bi bandor dibin xwendekar in."   'Rêxistinkirina sîxûran zêdetir dibe'   Bêrîvanê balkişand ser rêxistinkirina sîxûran û wiha got: "Armanca dewleta tirk ji rêxistinkirina sîxûran têk birina şoreşa gelan e û têkoşna ku bi salane li hemberî desthilatdariyê tê meşandin e. Pêwîst e em li hemberî vî şerî civaka xwe hişyar bikin û nehêlin ciwan ji şerê taybet bi bandor bibin. Banga min ji kesên ku li Bakur dijîn, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji xwe re rêya çarseriyê bibînin. Bil di bin zextên dijmin de nemînin û nehêlin şerê taybet bandorê li wan bike. Pêwîst e em li hemberî şerê taybet bi baldarî tevbigerin ku em encamên baş bi dest bixin û nehêlin civaka me di bin zextên dijimin de bimîne."   Piştî nîqaşan belgeyeke ji aliyê mamoste Delîl Efrîn ve hatibû amedekirin hat xwedin.   Wê sibe mijar li ser bandorên şerê taybet û rêbazên çarseriyê bi dawî bibe.