Dayikên Aştiyê: Nexweşketina Makbûleyê sûcê pergalê ye! 2020-09-04 14:45:18   AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo Makbûle Ozbek daxuyanî dan û gotin: “Sedema nexweşketina Makbûleyê dewlet û pergal e.    Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Amedê Makbûle Ozbek (72) ku di operesyona li djijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin hatibû girtin. Maqbûle li girtîgeha Jinan a Amedê de duh qeyrana dil derbaz kir û Makbûle rakirin nexweşxaneyê. Îro jî biryara serbest berdana wê hat dayîn   Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarê mijarê daxuyaniyek dan. Li ser navê Dayikên Aştiyê Nafiye Yigit daxuyanî da û diyar kir ku li gel şewba vîrûsa koronayê bi qasî 3 meh in girtî ye û got: “Rewşa wê di eslê xwe de ji ne baş bû. Bi rêya parêzeran rewşa wê hat ragihandin. Lê rewşa wê hat pişt guh kirin. Makbûle di şer de 2 zarokên xwe wenda kiribû û her tim ji bo aştiyê di nava têkoşînê de bû. Lê daxwaza wê kelepçe kirin. Nexweşketina dayika Meqbûle sûcê dewletê û sûcê pergalê ye. Em nêzîkatiya wan şermezar dikin.”