Makbûle Ozbek serbest hat berdan 2020-09-04 13:44:41   AMED - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Makbûle Ozbek a duh li Girtîgeha Jinan a Amedê qeyrana dil derbas kir û Makbûle rakirin nexweşxaneyê. Ji bo Makbûleyê biryara tehliyeyê hat dayîn.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya 72 salî Makbule Ozbek, duh li girtîgeha Jinan a Amedê qeyrana dil derbas kir. Makbûle rakirin nexweşxaneyê û niha di beşa venêrtina zêde de tedawî debe. Makbûle di operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin û girtin. Parêzeran ji bo Makbûle bê bertan îtîraz kiribû, lê daxwaza parêzeran bi îdeaya "Şika bireve heye" red kiribûn.   Îro ji bo Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Makbûle Ozbek biraya tehliyeyê hat dayîn.