'Vebûna dibistanan wê rê li ber karasetên mezin veke!' 2020-09-04 09:02:41   Medya Uren   AMED - Hevseroka Şaxa 1'em a Sendîkaya Egîtîm Sen ê Emîne Akşah têkildarê vebûna dibistanan axivî û got: “Em ne li dijî vebûna dibistanane, lê li dijî bê tedbiriyê derdikevin. Bi vî rengî vekirina dibistanan wê rê li ber karasetên mezin yên tendirustiyê vekin.”   Piştî ku 1'ê hezîranê ji hêla hikûmetê ve pêvajoya "asayîbûnê" hat destpêkirin bêtir vîrûsa koronayê (Covîd-19) li tevahiya Tirkiyeyê û bi taybetî jî li herêmê belavbû. Piştî ku tedbîrên bi hewce hatin rakirin tenê bangewaziyên paqiya xwe baldar bin û mesafeya xwe biparêzin hatin kirin. Ligel hişyariyên sazî û dezgehên tenduristiyê ji hêla erkdarên dewletê ve tu tedbîrên ber çav nehatin girtin û tabloya ku derket holê jî rewşa aloz derxist holê. Niha jî cihê herî bi rist wekî dibistan tê dîtin. Gelek nîqaş li ser vebûna dibistanan tê kirin û ji ber ku şert û mercên dibistanan têrê parastina xwendekaran nake. Hevseroka Şaxa 1'em a Sendîkaya Egîtîm-Senê ya Amedê Emîne Akşah têkildarê vebûna dibistanan û pirsgirêkên heyî ji ajansa me re axivî.    'Perwerdeyeke ne edîlane bû'   Emîne di destpêkê bal kişand ser belavbûna vîrûsê got: “Di meha adarê de li Tirkiyeyê korono bû rojeva sereke û jiyan bi tevahî rawestiya. Cihên girse bi taybetî jî dibistan cihên herî bi guman bûn û di 13'ê adarê de perwerdê hatin rawestandin û perwerdeya ji dûr hat destpêkirin. Ji ber ku Tirkiye ne xwedî bingehekî qayîm ya perwerdeyê ye, ev projeya perwerdeya ji dûr bi xwe re gelek pirsgirêkan anî. Perwerdeya newekhev û qes pirsgirêkan derxist asta herî jor. Bi taybetî jî li herêma me encamên serkeftî derneketin holê."    'Divê ewlehî di asta herî jor de be'   Emîne, diyar kir ki pêvajoya ku derbas bû ne pêvajoyekî serkeftî bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev pêvajoya ne serkeftî ji bo me bû tecrubeyek. Divê di vê pêvjoya nû de baldar tevbigerin. Em weke sendîka ne li dijî vebûna dibistana ne. Lê heke vebin jî divê ewlehî di asta herî jor de werin girtin. Ji paqijî, hejmara xwendekaran ya di polan de heya her tiştê divê bi baldarî nêz bibin. Ji ber wê cihê herî zêde vîrûs belav bibe ji dibistan e. Di vê mijarê de divê gel bên hişyarkirin. Divê di her dibistaneki de tendurstvanek hebe. Divê em bikaribin hem perwerdê û hem jî baldariya tenduristiyê bi hev re bimeşînin."    'Di 166 dibistanan de korono'   Emîne, da zanîn ku gelek testên mamoste û xwendevanan pozîtîf derketin û got: "Em weke sendîka ji roja yekem heta roja îra li ser rewşa perwerdeyê disekinin. Pirsgirêk û rewşa pêşveçûnê me kir rapor û ji gel re parve kir. Bi vebûna dibistanan re agahiyên kesên ku bi vîrûsê ketine tên. Niha 166 dibistanan vîrûsa koronayê heye. Her wiha ji dibistanan jî belavî gelek cihan bûye.”   ‘Em vebuna dibistanan rast nabînin’   Emîne wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke asta ewlehiyê neyê zêdekirin û bi vî rengî bê domandin dibe ku qeyranekî mezin a tenduristiyê li Tirkiyeyê pêk bê. Em weke sendîka şopdarê vê pêvajoyê û rewşa xwendevanan bin. Di her kêliyê de em ê cardin gel agahdar bikin û çi ji destê me em ê bikin. Ji ber ku bi qasî perwerdeyê tenduristiya mirovan ji me re girîng e. Li dijî kaosên mezin divê em bikevin nava hewldanan û biryarên hevpar bigirin."