ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-04 09:00:00   * Tirkiye çem Xabûrê wekî çekek li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne her wiha bi demsala payîzê bêtir ava çem diçimiqe. Ev tişt bandorê li tevahiya jiyanê dike. Elya Aglo bi çandiniyê re mijûl dibe û wiha got: "Qutkirina ava Xabûrê bandorê li ser xweza, mirov, lawir û aboriya herêmê dike. Divê qeyrana avê bê çareserkirin." BI DÎMEN   *Jina bi navê Ewniya Mihmed li ser pêjandina nanê sêlê û girêdana bi çanda kevnar re nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Pêjandina nanê sêlê yek ji çanda jinê ya kevnar e. Ev yek girêdana me bi çandê re xurt dike û dihêlê ku em ji bo jiyanê di nav tevgerê de bin.” DÎMEN HEYE   *Rêjeya qetilkirina jinan li herêma Firatê her roja ku derbas dibe zêde dibe, endama Meclîsa PYD'ê Sara Xelîl diyar kir ku tundiya mêr ji nifşekî derbasî nifşekî bûye û her tim jin hatiye bêdengkirin û got: "Dema ku jinek bi tundiyê re rûbirû dimîne malbat û cîranên wê pê agahdar dibin. Lê tu kes xwe berpirsyar nabîne ku bibe alîkar. Li şûna ku alîkar bibin jinê sûcdar dikin." DÎMEN HEYE   *Jinên siyasetmedar, li dijî hewldanên betalkirina Peymana Stenbolê bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Tundî û qetilkirina jinê parçeyek şerê taybet e. Em ê nehêlin ku ev peyman bê betalkirin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Şaxa 1'em a Sendîkaya Egîtîm Sen ê Emîne Akşah têkildarê vebûna dibistanan axivî û got: “Em ne li dijî vebûna dibistanane, lê li dijî bê tedbiriyê derdikevin. Bi vî rengî vekirina dibistanan wê rê li ber karasetên mezin yên tendirustiyê vekin.” BI DÎMEN   *Zarokê bi navê M.E. li Mêrdinê ku sûc lê hat ferzkirin, li hember dotmama xwe îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk anî. Zaroka bi êrîşê re rûbirû hat ji malê reviya û der barê M.E de jî îdianame hat amadekirin.   *Hevseroka Giştî a SES’ê Gonul Erden diyar kir ku bi vîrusa korona re pirsgirêkên karkerên tenduristiyê zêde bûne û got: “Yên di ekîba fîlyasyonê de rojê 16 saetan dixebitin. Ev di alî me de tabloyek bi xof e.”DÎMEN HEYE   *Li Cizîrê qedexeya derketina derve ya ewil di 4’ê îlona 2015’an de hat îlankirin û 9 rojan ku berdewam kir, hîn êş û şopên wan wek roja ewil e. Xizmên kesên ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan anîn ziman ku ew 5 sal in edaletê digerin û tu carî hovîtiya pêk hatî jibîrnakin. BI DÎMEN   *Welatiyên li gundikê Wargenima yê girêdayê gundê Hirmî ya Gevera Colemêrgê dijîn, gîhayên ji erdên xwe çinîne bi hinceta qedexeyê nikarin bînin gundê xwe. Berîvan jî her roj di bin kontrola nasnameyê de diçin zozanan. DÎMEN HEYE   * Aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît diyar kir ku AKP cesaretê dide mêran û li bajarên kurdan polîtîkayek taybet xistiye dewrê û got: “Her çiqas êrîşên dewletê zêde bin jî, têkoşîna me ya rêxistinkirî heye, em ê têkoşîna xwe heta dawî bimeşînin.” BI DÎMEN