'Em ê kesên tecawiz dikin û yên wan diparêzin teşîr bikin' 2020-09-03 16:42:57   WAN - Meclisa Jinan a HDP'ê û TJA di daxuyaniya hevpar ku dan de bal kişandin ser tecawiz û qirkirina jinan yên li herêmê û gotin, "Em ê  kesên kujer û tecawizkar û kesên wan diparêzin li her derê teşîr bikin."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê tacîz, tundî û tecawîzên li dijî jin û zarokan ên di demên dawî zêde bûn de li avahiya partiyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê civîna çepemeniyê li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê  yên Wanê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç, hevşaredarên qeyûm tayînê cihê wan hatni kirin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    'Em li dijî tundiyê li vêderê ne'    Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan di daxuyaniyê de axivî û peyama “Em li dijî êrîşên zayendî û tundiyê li vê derê ne” da. Muazez, diyar kir ku her ku têkoşîna jinan mezin dibe, gotin û polîtîkayên desthilatdariyê, mafê jiyanê yê jinan tune di hesibîne û da zanîn ku her diçe qirkirin û tundiya li dijî jinan zêdetir dibe û wiha berdewam kir: "qirkirina jinan dewam dike. Di meha Hezîranê de 27 û di meha Tîrmehê de jî 36 jin hatin qetilkirin.”    'Em ê bersûcan teşîr bikin   Orhan, dest nîşan kir ku di dema desthilatdariya AKP’ê de ji sedî hezar û 400 komkujiyên jinan zêde bûn û ev peyam da: “Îsal 15 hezar jin rastî tundiyê hatin û 7 hezar û 500 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hatin. Ev jî encama polîtîkayên ne cezakirin û dijmimnantiya jinan e. Lê em ê her tim kesên bersûcên tundî û tecawizkaran diparêzin teşhîr bikin. Em ê şopdarên dozên jinan bin.”   Piştî axaftinê, daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Em bêdeng nebin, em natirsin, em ê îtaetê nekin” bi dawî bû.